Girtiyekî din jî anîn nexweşxaneyê 2019-05-27 21:55:03   AMED - Veysî Taş ê ji 16'ê Kanûna 2018'an ve li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de bû, anîn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Li nexweşxaneyê hejmara girtiyan bû 22.    Piştî bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de çalakiyên xwe bi dawî kiribûn. Piştî bidawîbûna çalakiyê girtî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Duh 4 jê jin 21 girtî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê hatibûn kirin. Îro jî Veysî Taş ê 162 roj in di greva birçîbûnê de bû sewqî enxweşxaneyê hat kirin.   Parlementerên HDP'aê Semra Guzel, Mûsa Farisogûllari û Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan li baxçeyê nexweşxaneyê ne û tiştên diqewimin dişopînin.   Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, ji bo rewşa Veysî Taş diyar kir ku niha tê tedawîkirin û heta niha tu pirsgirêkeke cidî rû nedaye.