Girtiyên li Girtîgeha Meletiyê rakirin nexweşxaneyê 2019-05-27 21:11:32   MELETÎ – 15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, rakirin nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Meletiyê û piştî tehlîlan dîsa wan birin girtîgehê.    15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bûn, piştî bi bangawaziya Ocalan greva birçîbûnê bi dawî bû, wan rakirin nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê girtî hatin muayenekirin û piştî muayeneyê dîsa ew birin girtîgehê. Li gorî encamên tehlîlaln, hat diyarkirin ku wê girtiyan dîsa bibin nexweşxaneyê.