Li Xarpetê 3 çalakgerên tedawiya wan nayê kirin xwîn vedireşin 2019-05-27 16:47:00   XARPÊT- Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêt, 3 girtiyên di roja 160’an de dawî li çalakiya xwe greva birçîbûnê anîn, ji ber ku tedawiya wan nayê kirin, xwîn vedireşin.   Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xarpêt, Cengaver Aykûl, Serkan Eren û Yasîn Gungor ên piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di roja 160’an de dawî li greva xwe ya birçîbûnê anîn, xwîn vedireşin.      Rêveberiya girtîgehê ya daxwaza girtiyan a ji bo sewqkirina nexweşxaneyê pişt guh dike, ligel ku got ewê li nexweşxaneya kampusa girtîgehê girtiyan tedawî bikin jî, hîna dest bi tedawî kirin tu girtiyan nekiriye.    Parêzeran diyar kir ku Cengaver Aykûl, Serkan Eren û Yasîn Gungor ên ev 160 roj bûn di greva birçîbûnê de, xwîn vedireşin.     Di heman demê de hat diyar kirin ku rewşa Remziye Akdag a li qawîşa jinan dimîne jî pir krîtîk bûye.