Ferman ji jor hat Kanbal nekirin şaredariyê! 2019-05-27 16:39:53 MÊRDÎN - Polisan bi fermana Wezareta Karên Hundir destûr nedan ku nûçegîhan Ahmet Kanbal ku nûçeyên nelirêtiyên dema qeyûm çêkir û tacîzên zayendî derxist holê bikeve Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Dema Kanbal sedema vê yekê pirsî polisan jê re got ku ji wan re "ferman ji jorê" hatiye.    Polisên li ber derê Şaredariya Bajarê Mêzin a Merdînê, bi hinceta ku ferman ji wan re ji Wezareta Karên Hundir hatiye, destûr nedan ku nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal ku nûçeyên nelirêtiyên dema qeyûm çêkir û tacîzên zayendî derxist holê, bikeve bînaya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Nûçegîhanê me Kanbal dema ku xwest ji bo hevdîtina bi çavakaniyên xwe yên nûçeyan biçe şaredariyê, ji aliyê polisên li ber derê şaredariyê ve bi hinceta ku ferman ji Wezareta Karên Hundir hatiye, ketina wî ya şaredariyê hat astengkirin.    NEKIRIN HUNDIR   Polisan destpêkê nasnameya Kanbal jê standin. Paşê serbazekî polisan hat cem Kanbal û jê re ev tişt got: "Tu nakevî hundir." Dema Kanbal sedem vê yekê pirsî polisan ev bersiv: "Ferman bi vî rengî ye" dayê. Li ser vê pirsa 'Ferman ji kî/ê hatiye?' Kanbal jî polisan jê re ev tişt gotin: "Tu zanî ji kî/ê ye. Ne ji Ahmet Turk e. Ferman ji jorê ye." li ser xwestina Kanbal a belgeya vê yekê polisan jê re got, 'Em îro nadin, sibê were."   KANBAL: EZ Ê BELGEYA NİVÎSKÎ BİXWAZİM   Kanbal têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Min bi israr ji wan re got ku hiqûq bi nivîskî pêk tê û heta belgeya nivîskî neynin biryara wan derbasdar nîne. Min ji wan re gdiyar kir ku weke welatiyekî têketina min a şaredariyê nikare bê astengkirin. Min xwest hinceta vê yekê bi belgeyeke nivîskî bibînim. Lê ji min re gotin ku ez sedemê zanim û destûr nedan ku ez darbasî hundir bibim. Ji min re gotin ku biçime Walîtiyê dê sedemê hîn bibim." Kanbal destnîşan kir ku dê sibê dîsa biçe şaredariyê heke bê astengkirin dê belgeya nivîskî ya sedema astengkirinê bixwaze û ev tişt got: "Heke belge neynin û têketina min a şaredariyê asteng bikin dê ez ê derbarê wan de serlêdana sûc bikim."