Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar 2019-05-27 16:24:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Banqayên cemaweriyê Vakifbank û Halkbank civînên xwe yên Lijneyên Giştî pêk anîn û kesên AKP'î ketin rêveberiyên her du banqayan. Wezîrê Berê yê Karê Hundir Abdûlkadîr Aksû bû Serokê Lîjneya Rêveberiya Vakıfbankê. Banqayên cemaweriyê Vakifbank û Halkbank civînên xwe yên Lijneyên Giştî pêk anîn. Di rêveberiyên her du banqayan de jî guhertinên girîng pêk hatin. Li gorî agahiyên li ber dest Midurê Giştî yê Vakıfbankê Emîn Ozcan ji peywirê hatiye girtin û cîgirê Serokê Daîreya Kirariya Agahiyan Abdî Serdar Ustunsalîh hatiye şûna wî. Wezîrê Berê yê Karê Hundir Abdûlkadîr Aksû jî bû Serokê Lîjneya Rêveberiya Vakıfbankê. Serokwekîlî Meclisê yê AKP'î Sadik Yakût jî bû endamê Lîjneya Rêveberiya banqayê. Şaredarê Stenbolê Mevlût Uysal jî bû endamê Lîjneya Rêveberiya Halk Bankê. Tê angaştkirin ku destê Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak di vê operasyonê de heye.