Girtiyên li Gebzê rakirin nexweşxanê: Me bi ser xist 2019-05-27 16:12:45   KOCAELÎ - Li Gebze, wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîgolû yê hevdîtin bi girtiyên sewqî nexweşxanê hatin kirin û bijîşkan re hevdîtin kir, got: “Girtî bi moral bû û ji wî re gotin ‘Me bi ser xist.’”     Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze, sewqên 32 girtiyên dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûn û rojiya mirinê anîn ên nexweşxanê dewam dikin.    Malbatên ku bihîstên zarokên wan anîne Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh hatin ber nexweşxanê. Lê derket holê ku 19 girtî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Farabî ya Darica hatin kirin. Girtî piştî tedawiyek dem kurt, ji nexweşxanê derxistin û paşve birin Girtîgeha Tîpa M a Gebze yê.    GERGERLÎOOLU: MORALÊ WAN BAŞ BÛ     Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê rewşa tenduristiya 13 girtiyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Fatîh dibin çavderiyê tên girtin de, hevdîtin bi girtî û bijîşkan re kir.  Gergerlîoglû dûre malbat derbarê rewşa zarokên wan de agahdar kir û wiha got: “Girtî di 3 qawîşên di nexweşxanê de tên girtin. Moralê wan baş bû. Tenê  bi hal û westiya bûn. Ji ber ku tu agahî derbarê rewşa çalakiyê de negirtine, mereqdar bûn. Gotin ‘Me bi ser xist.’ Zehf keyfxweş bûn û silavên wan ji dayikan re hebûn.”   ARDIL ÇEŞME DÊ DI BIN ÇAVDERIYÊ DE BIMÎNE   Gergerlîoglû, da zanîn ku bijîşkan ji wî re gotine heya roja Înê dê hemû girtiyan ji nexweşxanê derxînin.   Gergerlîoglû, bal kişand ser rewşa Ardil Çeşme ya di rojiya mirinê de bû jî û wiha bilêv kir: “Di dilê Çeşme de ritma dil xerab bûye. Ji ber vê heya demekê dê dibin çavdêriya bijîşkan de bimîne.”