Dayikên Aştiyê: Em ê ne canan nefretan bin ax bikin 2019-05-27 15:44:07   AMED - Dayikên Aştiyê destnîşan kir ku li dijî her cûre tecrîdê têbikoşin û wiha got in: "Em ê ne canan nefretan bin ax bikin"   Dayikên Aştiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber derê avahiya HDP'ê ya Amedê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku duh li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bûbûn, daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz jî tevlî daxuyaniyê bû. Dayika Aştiyê Fahriye Bikim daxuyaniyê xwend û diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê berxwedaneke dîrokî ye û wiha got: "Kesên li girtîgehan jiyana xwe ji dest da xwediyê berxwedanê ne."    'DIVÊ CAREKE DIN TECRÎD PÊK NEYÊ'   Bikim tecrîdê weke sûcê mirovahiyê û têkoşîna li dijî tecrîdê jî weke têkoşîna demokrasî û azadiyê nrixand û ev tişt anîn ziman: "Tecrîda Îmraliyê ne tenê Îmraliyê hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê bandor dike. Em careke din diyar dikin ku divê tecrîda ne mirovî, wijdanî û ehleqî careke din pêk neyê. Divê ji bo bi dest xistina mafên hiqûqî ewqas berdêl neyên dayîn."   'DAYIK RASTÎ ZEXTAN HATIN'   Bikim destnîşan kir ku ji bo parastina mafê jiyanê yê zarokên xwe têkoşiyane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di vê pêvajoyê de em dayik rastî zextan hatin. Li dijî her cûre tecrîdê em ê têbikoşin. Em ne canan nefretan bin ax bikin. Em ê komkujiya li hemberî jine û tu tecrîdê qebûl nekin. Ji bo mayîndekirina rabûnta tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd em ê têkoşîna xwe bidomînin."