Li Xelfetî dema binçavkirina 8 kes dirêj kirin 2019-05-27 15:41:42   RIHA - Dema binçav kirina 8 kesên dinava kesên li Xelfetî hatin binçavkirin de, 4 rojên din dirêj kirin.    Di 18'ê Gulanê de li Gundê Dêrto şer derketibû û di şer de polîsek hat kuştin. Piştî bûyerê polîs û tîmên taybet bi ser Gundê Qoser a Navçeya Hewagê de girtibûn. Polîs û tîmên taybet li Gundê Derto û Qoserê 51 kes binçav kiribûn. Dema binçavkirina 8 kesên dinava 51 kesên hatibûn binçavkirin de dirêj kirin.    Piştî bûyerê,  li gundên girêdayî du navçeyan 51 kesên hatibûn binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatibûn. Dinava kesên hatin binçavkirin de, 3 jê zarok 22 kesên îfadeyên wan hatin girtin, serbest hatin berdan. Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Xelfetê yê di hilbijartina 31’ê Adarê Abdullah Çîftçî yê hat binçavkirin, bi îdîaya li ser medya civakî “Propagandeya rêxistinê” kirin, hatibû girtin   Ji 28 kesên lêpirsîna wan a Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê dewam dike, 20 jê dema binçavkirina wan ji bo 4 rojan heya roja Şemiyê hatibû dirêjkirin. Hat diyar kirin ku dema binçavkirina 8 kesên li Taxên Qoser û Tute yên navçeya Hewag hatin binçavkirin jî, ji bo 4 rojna hat dirêjkirin.    Navê kesên dema binçavkirina wan hat dirêjkirin wihane: Omer Gul, Mehmet Yildirim, Vakkas Kiliç, Abdullah Polat, Mahmut Pehlîvan, Besravî Atmaca, Saît Çîftçî û Kadîr Çîftçî.   Dema ku 8 kes anîn Edeliyê, li derdora edliyê ewlekariyên berfireh hatin girtin. Xizmên kesên dibin çavan de diyar kirin ku li ser çav, mil û cihên cuda yên bedenên kesên binçavkirî, deqên reş û şîn hebûn. Parêzerên kesên hatin binçavkirin, li ser îşkeceya li wan hatibû kirin ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Rihayê xwestin ku muwekîlên wan ji Şaxa Tem’ê sewqên şaxên din bên kirin. Lê bi hinceta Serdozgeriya Komarê tenê dikar vê biryarê bide, daxwaza parêzeran hat redkirin.