Hevşaredarên Êlihê xebatên xwe vegotin 2019-05-27 14:52:46 ÊLIH - Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku şaredariyê ji qeyûm dewr girtin diyar kir ku li gel deynên şaredariyê jî xizmet dikin û xebatên xwe vegotin.    Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songol Korkmaz li eywana civînê ya şaredariyê bi rojnamegeran re hatin gel hev. Hevşaredaran derbarê dermankirinê, paqijî û deynên şaredariyê agahî dan û diyar kir ku li gel deynê xwe jî xizmet dikin. Hevşaredar Mehmet Demît diyar kir ku ji ber şiliya zêde îsal gelek kurmûkêz hene û wiha got: "Li dijî vê yekê em tedbîrên xwe digirin û li gelek deverên bajarên dermankirinê daye destpêkirin. Dema em vê yekê dikin helw didin ku xesarê nedin kurmûkêzên ku feydeya wan ji çandiniyê re heye. Em naxwazin bi dermankirina xwe re xesarê bidin ekolojiyê.    'EM Ê ÎMARA LI GORÎ RANTÊ QEBÛL NEKIN'   Demîr paşê jî qala pirsgirêkên îmarê kir û ev tişt anî ziman: "Taxa Korikê herêmeke ji îmarê re hatiye vekirin. Dikare li vir bajarekî nûdem bê avakirin. Em dikarin bibêjin ku em ê li mutehîtên ku bi rantê nêzî îmarê dibin û bînayan weke qutiyên niftê bi hev ve çêdikin neyên rehmê. Ji bo vê yekê emê di rojên pêşiya me de bi endezyarên bajar re bên gel hev." Demîr di berdewamê de qala deynên şaredariyê jî kir û wiha got: "Deynê şaredariyê 304 milyon TL ye. Me van deynan beriya niha daleqandibûn. Ji vî deynî 60 milyon TL ê dema berê ye. Deynê din jî yê dema qeyûm e."   'AMEDEKARIYÊN VEKIRINA SAZIYÊN JINAN TÊN KIRIN'   Hevşaredar Songul Korkmaz jî bal kişand ser girtina saziyên jinan ên dema qeyûm û ev tişt got: "Me biryara avakirina Kompleksa Jinsporê daye û bi vê yekê em ê xizmetê bidin jinan. Niha jî qursên me yên havînê hene. Her wiha ji bo vekirina saziyên jinan ên din jî amadekariyên me hene."