Dayikên Şemiyê di salvegera 24'emîn de qûrnefîl danin Qada Galatasarayê 2019-05-27 14:37:53   STENBOL - Dayikên Şemiyê ketin sala 24'emîn têkoşîna xwe. Dayikên Şemiyê qûrnefîl danan Qada Galatasaray û got: "Emê tu carî dest ji windayên xwe û Qada Galatasarayê ber nedin.    Xizmên kesên dibin çavan de hatin windakirin, cara pêşî di 27’ê Gulana 1995’an li Qada Galatasarayê li hev civiyan û dest bi çalakiya Dayikên Şemiyê kirin. Dayik, di salvegera  24’emîn de, dîsa li hev kom bûn û çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê domandin. Wekîla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, wekîlê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu, Seroka Şaxa Stenbolê ya Komalaya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulseren Yolerî jî piştgirî dan çalakiya dayikan.   'EM Ê BI SER BIKEVIN'   Daykên Şemiyê, ketin Qada Galatasarayê ku bi bendan hatî dorpêçkirin û qurnefîl danîn qadê. Dayika Murat Yildiz ê destgîrkirî hatî windakirin Hanîfe Yildiz axivî û got, “Em ê peykerekî ku temsîliyeta windayan dike deynin. Em ê bi ser bikevin, hûn ê winda bikin.”   Hevjîna Fehmî Tosun ê destgîrkirî hatî windakirin Xanim Tosun jî got, “Ev qad, qadeke ku me Dayika Berfo rêwî kirî ye. Me li vê qadê soz da Dayika Berfo. Me li vê qadê soz da windayên xwe. Em ê ti car ji winda û ji vê qadê dest bernedin.”   Dayikan, piştî daxuyaniya xwe, qurnefîl û dovîzên li ser ‘Em ê dest ji Galatasarayê bernedin’ hatî nivîsîn danîn ser peykerê 50'ncî Yil Aniti ya li qadê. Piştî wê dayik, bi wêneyên zarokên xwe heta komalaya ÎHD’ê ya li Kolana Îstîklalê meşiyan.   EV 40 HEFTE NE POLÎS ÇALAKIYÊ ASTENG DIKIN   Polîsan, di 25’ê Tebaxa 2018'an de, di hefteya 700’î de êrîşî Dayikên Şemiyê kiribûn û nehiştibûn çalakiya xwe li Qada Galatasariyê pêk bînin. Ev bû 40 hefte ne ku polîs destûrê nadin dayikan ku bikevin Qada Galatasarayê û çalakiya xwe pêk bînin.