Olûç: HDP ne partiyeke ku bazarên erzan bike ye 2019-05-27 14:24:41 ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç têkildarî mijarên di rojevê de daxuyanî da û li ser pirseke têkildarî bidawîbûna çalakiya greva birçîbûne û hilbijartinên Stenbolê ev tişt got: "HDP ne partiyeke bazarên erxzan bike. Rewşeke ji jiyana çalakgeran girîngtir tuneye." SERFIRAZIYA LI HEMBERÎ TECRÎDÊ   Olûç derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo grevên birçîbûnê got ku “Mehek berê rojiyên mirinê hatibûn destpêkirin baş e bêyî ku xisarên zêde pêk were, daxwazên hiqûqî yên çalakgerên greva birçîbûnê pêk hat. Em kêfxweş in ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê pêk hatine. Duh dest bi tedawiya çalakgeran hate kirin. Girtiyên di çalakiyê de bûn, sewqî nexweşxaneyan tê kirin. Bendewariya me ev e ku roj berî rojekê tendirustiya wan baş bibe.   ÊŞKENCEYA LI XELFETIYÊ   Olûç derbarê kesên ku li Xelfetiyê êşkence li wan hatiye kirin jî got ku “Li Xelfetiyê êşkenceyeke giran hatiye kirin. Ev sûcekî giran yê mirovayetiyê ye. Kesên ku ev sûc kirin divê ji peywirê werin stendin. Me di Desteya Giştî de bangî dozgeran kir lê heta niha derbarê kesên ku fermana vî tiştî dane, tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”   Olûç di axaftina xwe de qala gotinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî kir û got “Rêzdar Kiliçdaroglû gotiye ku divê ji bo hînbûn û perwerdehiya bi Kurdî li parlementoyê were nîqaşkirin. Li gorî me ev bang girîng e. Cihê çareseriyê meclîs e. Ne bi tenê ji bo zimanê zikmakî, divê dozên nasname û çandê jî li meclîsê werin çareserkirin. Em hêvîdar in bi tevlêbûna partiyên mûxalefet û desthilatdariyê ev mesele wê werin çareserkirin.”   ‘ELEQEYA XWE BI PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ TUNE’   Olûç piştî daxuyaniyê pirsên rojnamegeran bersivand. Olûç derbarê têkiliya bidawîkirina grevên birçîbûnê û hilbijartina li Stenbolê got ku “Hefteyek e ev pirs ji me tê kirin. Em dikarin bibêjin ku tu eleqeya vî tiştî bi pêvajoya çareseriyê û rewşeke wekî wê tune.   HDP bazariyên erzan nake û tu tişt ji jiyana çalakgeran ne girîngir e. Ji bo me tişta girîng ev e ku, bêyî ku xisarek bigihêje tendirustiya çalakgeran, hate bidawîkirin. Baş e ku di vî warî de gav hate avêtin. Gaveke girîng e ku hiqûq ji bo her kesî were pêkanîn. Mûxataban jî ev gotin. Jixwe rêzdar Ocalan jî bi rêya parêzerên xwe diyar kiribû ku ev ne pêvajoya muzakereyê ye.”