4 kesên di grev birçîbûnê de, ji bo kontrole dîsan anîn nexweşxanê 2019-05-27 14:15:22   STENBOL – Îhsan Sînmîş, Vedat Hesass, Tuncer Saglam û Abdullah Algan ên dawî li çalakiya xwe greva birçîbûnê anîn, îro dîsan anîn nexweşxanê.    Îhsan Sînmîş, Vedat Hesass, Tuncer Saglam û Abdullah Algan ên li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û piştî hatin berdan li malên xwe çalakiya xwe dewam kirin, tedawiya wan a li nexweşxanê îro jî dewam kir. Sînmîş, Hesass, Saglam û Algan ên duh li nexweşxanê mudaxileya dest pê kê ji bo wan hat kirin, dûre li nexweşxanê hatin derxistin. 4 çalakger îro jî ji bo kontrole dîsan anîn Nexweşxaneya Çapa. Piştî kontrolê ji bo 4 kesan lîsteya parêzê hat amadekirin.    Sînmîş, Algan, Saglam û Hesassa piştî kontrolkirina nexweşxanê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê ziyaret kirin. 4 çalakger li avahiya HDP’ê ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ve hatin pêşwazî kirin. Çalakger heya demêkê li avahiya partiyê man û dûre vegeriyan malên xwe.    Hesass ji 16’ê Çile ve, Algan ji 15’ê Sibatê ve, Sînmîş û Saglam jî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de bûn.