Tuncel û Irmak paşve birin girtîgehê 2019-05-27 13:51:54   KOCAELÎ, Sabahat Tuncel û Selma Irmak, piştî li nexweşxanê hatin kontrolkirin, paşve birin girtîgehê.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Parlementera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Selma Irmak, piştî dawî li çalakiya xwe anîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocealî hatibûn kirin. Irmak û Tuncel ên tedawiya wan qediya, paşve şandin Girtîgeha Tîpa F a Kandira.