Bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din birin kogûşan 2019-05-27 13:32:17   ENQERE - 4 girtiyên jin ên ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi dawî kirin, rakirin nexweşxaneyê. Lê bêyî ku mudaxaleya tibî lê wan bê kirin, li kampusa nexweşxaneyê tenê tehlîlên wan hatin girtin û wan careke din şandin kogûşê wan.    Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi girtiyên din re 4 girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di greva birçîbûnê de bûn jî çalakiya xwe bi dawî kirin. Piştî ku çalakiya xwe bi dawî kirin, her çar girtiyan jî birin nexweşxaneya li kampûsa gişrtîgehê û bêyî ku mudaxaleya tibî bikin wan careke din şandin kogûşê wan.    AGAHÎ JÎ NEHAT DAYÎN'   Suheyla Taş ku yek ji van girtiyan e rewşê ji malbata xwe ya ku çû hevdîtina wê re ragihand. Taş ji malbata xwe re ev tişt ragihand: "Me birin nexweşxaneya kampûsa girtîgehê. Piştî ku tehlîlê me girtin me careke din şandin girtîgehê. Mudaxaleya tibî li me nehat kirin. Têkildarî tehlîlên me agahî jî nedan me. Rêveberiya girtîgehê û bijîjkê revîrê jî têkildarî mijarê tu agahî nedan me. Me çalakiya greva birçîbûnê bi dawî kir lê em tiştekî nakin, weke em hê di grevê de bin."