‘Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikan ev encam bi dest xist’ 2019-05-27 11:11:43 MÛŞ - Malbatên Ergîn Akhan û Saît Ozturk ên piştî peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe ya rojiya mirinê anîn, diyar kirin ku biryardariya zarokên wan û têkoşîna dayikên laçik spî ev encam derxist holê.   Piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di serî de Leyla Guven û girtiyên di rojiya mirin û grevên birçîbûnê de dawî li çalakiyên xwe anîn. Peyama Ocalan û bi dawî kirina grevên birçîbûnê malbatên girtiyan xist nava keyfxweşiyek mezin.    Malbatên Ergîn Akhan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê û Saît Ozturk ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê di rojiya mirinê de bûn, peyam Ocalan a parêzerên wî xwendin bi hestiyariyek mezin û çavên tije rondik temeşe kirin.    ROJIYA MIRINÊ DI ROJA 27’EMÎN DE BÛ    Ergîn Akhan ê di sala 1988’an de li gundê Kekelî yê navçeya Kop a Mûşê hat dîtinê, di sala 2015’an de li Amedê hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Akhan ê hîna jî tê derman kirin, li dijî tecrîdkirina Ocalan di 1’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir û di 30’ê Nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Akhan ê 27 rojan di rojiya mirinê de ma, piştî daxuyaniyên hatin dayîn, duh dawî li çalakiya xwe anî û sewqî nexweşxanê hat kirin.    DAYIK AKHAN: TÊKOŞÎNA DAYIKAN ENCAM DA   Dayika Akhan Aysel Akhan, diyar kir ku wê daxuyanî bi keyfxweşiyek mezin temaşe kir û wiha axivî: “Ji roja ku kurê min dest bi rojiya mirinê kir, min rojên pir zor derbas kirin. Dem amin daxuyanî temaşe kir pir keyfxweş bûm. Biryardariya zarokên me û têkoşîna dayikên laçik spî ev encam derxist holê. Em dayik tim li gel zarokên xwe ne. Emê pêvajoya dermankirina zarokên xwe bişopînin.    Dayik Akhan, da zanîn ku êdî bila mirin bi dawî bibin û daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman.    ‘DIVÊ BI GIŞTÎ TECRÎD RABE’   Bav Nûrettîn Akhan jî, bal kişand ser biryardariya kurê xwe û wiha got: “Dema em çûn hevdîtina wî, pir kîlo dabû, lê morale wî bilind bû. Tim digot heya tecrîd ranebe, ewê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bike. Dema me peyama Ocalan dît em keyfxweş bûn. Em hêvî dikin ku êdî grevên birçîbûn û rojiyên mirinê çênebin û bi temamî tecrîd were rakirin.”   13 CARAN CEZAYÊ MUEBETA GIRAN DANÊ    Saît Oztûrk ê di sala 1986’an li navçeya Kop’ê hat dinê jî, di sala 2012’an de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 13 caran cezayê muebata girtan lê hat birîn. Ozturk di 16’ê Kanûna 2018’an de li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê dest bi reva birçîbûnê kir û di 10’ê Gulanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê.    Oztruk ê 17 rojan di rojiya mirinê de ma, piştî daxuyaniya Ocalan dawî li çalakiya xwe anî û duh sewqî nexweşxanê hat kirin.   DAYIK OZTURK: EZ HÊVÎ DIKIM KU CAREK DIN NEYÊ JIYÎN   Dayika Çîçek Ozturk jî, anî ziman ku piştî daxuyaniyê pir keyf xweş bû û wiha got: “Mîna dayikekê, pir ber kurê xwe dikevim. Ew di vê pêvajoyê de birçîbû û xarin di gewriya min de ne diçû xwarê. Ez hêvî dikim ku carek din neyê jiyîn. Dema ez diçim hevdîtin kurê xwe, bi biryardar û moral bû. Rojiya mirinê bi dawî kirin. Em dixwazin bi awayekê herî baş bên dermankirin.”