Midûrê qeyûm pereşûtên şaredariyê bi xwe re birin 2019-05-27 09:07:12 MÊRDÎN - Derlet holê ku Bûrak Bahadir Tûzlû yê di serdama qeyûm de weke Midûrê Xizmeta Ciwanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin, 5 pereşûtên aîdê şaredariyê bi xwe re birine.   Piştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê qezenc kir, lêkolînin derbarê texrîbatên di serdema qeyûm de hatin kirin, dewam dikin. Derket holê ku Bûrak Bahadir Tûzlû yê di serdama qeyûm de weke Midûrê Xizmeta Ciwanan a di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû peywirdarkirin, 5 pereşûtên aîdê şaredariyê yên nirxê wan 80 hezar TL bi xwe re birine.   Bûyer, piştî guhertina rêveberiya Miduriyeta Xizmeta Ciwanan derket holê. Di nava lêkolînên ji bo malzemeyên kêm hatin kirin de, hat dîtin ku qeyûm di serdema xwe de 5 pereşûtên berwar kirîne. Belgeyên ku ev pereşût ji aliyê hîndekar Huseyîn Yildiz ku ji bo perwerdeya komek xwendekarên ji 45 kesan pêk tê yên li Dêrik, hatiye teslîm girtin.    MIDURÊ QEYÛM PEREŞÛT PAŞVE NE ANÎN   Rêveberiya nû li ser vê yekê ji Yildiz xwest ku pereşûtan paşve bîne. Lê Yildiz ligel ku demek dirêj sere derbas bû jî, pereşût paşve ne anîn. Rêveberiya nû ya Midûriyeta Xizmetên Ciwanan, li ser vê yekê hevdîtin bi Yildiz re kir. Yildiz di hevdîtinê diyar kir ku wî xwestiye pereşûtan bîne, lê Bûrak Bahadir Tûzlû yê di serdema qeyûm de midûrtî kirî, pereşût ji wî xwestin û wî jî jê re şandine.   Rêveberiya nû vê carê jî ji Tûzlû xwest ku pereşûtan teslîm bike. Lê Tûzlû pereşût nedan şaredariyê. Ger di rojên pêş de pereşût neyin teslîm kirin, rêveberiya şaredariyê dê serlêdana sûc bike.    GELEK MALZEME WINDANE    Li aliyê din, di lîsteya eşyayên aîdê miduriyetê de, gelek malzemeyên ekektronîk windane û kes nizane li ku derê ne. Hat diyar kirin ku li miduriyetê lêkolîn dewam dikin û heya niha dronek û wênekêşek winda bûne.