Girtiyên greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin radikin nexweşxaneyan 2019-05-26 19:08:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên li girtîgehên Wan, Mêrdîn, Patnos, Sêrt, Mêrsîn, Kandira, Maltepe, Umraniye û Bolû di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de, piştî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, sewqî nexweşxaneyan tên kirin.      Girtiyên li girtîgehên Wan, Mêrdîn, Patnos, Sêrt, Mêrsîn, Kandira, Maltepe, Umraniye û Bolû piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe ya grevên birçîbûn û rojiya mirinê anîn, sewqî nexweşxaneyan tên kirin.      GIRTÎGEHÊN STENBOL   Li Girtîgeha Sergirtî ya Hejmar 1 a Maltepe, parêzeran xwestin bi hikumxaran re hevdîtin bikin, lê rayedarên girtîgehê bi hinceta "hikumxarin' destûr nedan hevdîtin parêzeran a bi girtiyan re.    Parêzerên li Girtîgeha sergirtî ya Hejmara 2 a Maltepe bi girtiyan re hevdîtin kirin, anî ziman ku girtî dê sibe daxwaznayê bidin rayedarên girtîgehê. Parêzeran, dan zanîn ku bi rêveberiya her du girtîgehan re jî hevdîtin kirin û rayedarên girtîhan ji wan re gotine ku dê girtiyan sewqî nexweşxanê bikin û tu pirsgirêk dernakeve.   LI KANDIRA KOMA YEKEMÎN HAT SEWQ KIRIN    Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira koma yekemîn îro hat sewqkirin. Li Girtîgeha Tîpa M a Gebze jî, hat diyar kirin ku girtiyan daxwaznameyên xwe dane û dê sewqî nexweşxanê bên kirin.   BI HINCETA HIKUMXARIN DESTÛRA HEVDÎTÊ NEHAT DAYÎN   Li girtîgeha Umraniyê, bi hinceta hikumxarin destûr ji bo parêzeran nehat dayîn ku bi girtiyan hevdîtin bê kirin.    Li Girtîgeha Bolû jî, rayedarên girtîgehê bi hinceta piştî saet 16.30'an hevdîtin nayê kirin, destûr neda hevdîtina parêzeran.   JI GIRTÎGEHA SÎLÎVRÎ AMBÛLANSA YEKEMÎN DERKET   Ambûlansên hatin Girtîgeha Sîlîvrî li baxçeyê girtîgehê hatin rawestandin. Ambûlansa yekemîn ji girtîgehê derket. Hat diyar kirin ku dê girtiyan sewqî nexweşxaneyên dinava kampusa girtîgehê bikin.   LI MÊRDÎNÊ GIRTÎ HATIN KONTROL KIRIN    Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 104 girtî di greva birçîbûnê  de bûn. Girtiyan piştî peyama Ocalan dawî li çalakiya xwe anî. Bijîşkên girtîgehê dest bi kontrola girtiyan kirin. Piştî kontrolên bijîşkên li girtîgehê, dê girtî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bên kirin.    25 GIRTÎ LI MÊRSÎNÊ HATIN SEWQ KIRIN   Hat diyar kirin ku 25 Girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya T1 a Tarsûsê jî, ji bo tedawiyê rakirin nexweşxanê. Hat destnîşan kirin ku girtî sewqî nexweşxaneyên Tarsûs û Mêrsînê hatine kirin.  Parêzerên ku sewqên girtiyan dişopînin, diyar kirin ku dê girtiyên din jî sibe sewqî nexweşxaneyan bên kirin.   LI WANÊ JÎ DEST BI SEWQAN HAT KIRIN   Li Girtîgehên Tîpa T a Wan, Tîşa F a Wanê û Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê, dest bi sewqên girtiyan hatin kirin. 6 jê di rojiya mirinê de 307 girtî yek bi yek tên sewq kirin.      3 BIJÎŞK ANÎN GIRTÎGEHA SÊRTÊ    Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, li şûna ku girtiyan sewqî nexweşxanê bikin, 3 bijîşk anîn girtîgehê û ev 3 bijîşk girtiyan muayene dikin. Dê di encama muayeneyên bên kirin de girtî sewqî nexweşxaneyan bên kirin.    GIRTIYÊN LI PATNOS JÎ HATIN SEWQ KIRIN    Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê jî, Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysal Atak û Şafîî Kayihan ên di 10'ê Gulanê de dest bi rojiya  mirinê kirin jî bi ambûlansan sewqî nexweşxanê hatin kirin.    Nehat zanîn ku girtî sewqî kîjan nexweşxanê hatin kirin.