Di lêpirsîna Elçî de tu pêşketin tune 2017-11-17 15:15:25 AMED - Baroya Amedê, çalakiya têkildarî cînayetê Tahir Elçî ku li Sûrê hat qetilkirin, di hefteya 101'an de berdewam kir. Sekreterê Baroya Amedê Mahsun Bati, diyar kir ku di lêpirsîna îdarî ku 2 sal berê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatibû destpêkirin hêj tu pêşketinên nû tune ye.  Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28'ê Mijdara 2015'an de li pêş çavê rojnamegeran hat qetilkirin. 2 sal di ser cînayetê Elçî re derbas bû, lê hêj kujer nehatiye dîtin û darizandin. Baroya Amedê ku ji bo kujerê Tahîr Elçî bê darizandin her hefte li ber Edliyeya Amedê kom dibe di hefteya 101'an de dîsa kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên Baroya Amedê û gelek parêzer bu cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn. Înîsiyatifa Maf'an jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyê Elçî ku li ser "Em te ji bîr nakin" hatibû nivîsandin vekirin. Sekreterê Baroya Amedê Mahsun Bati daxuyanî da û diyar kir ku heta niha bi qasî misqalekê bûyer ronî nebûye.      Bati, anî ziman ku heta niha îfadeya kujer û bersûc nehatiye girtin û wiha got: "Em vê yekê şermezar dikin. Dosya cînayetê Tahir Elçî piştî vê mehê 2 salan li pey xwe dihêle. 2 sal derbas dibe, lê hêj tu geşedan û pêşketin tune ye. Me berê jî gotibû. Heta kujerên Tahir Elçî bên dîtin û darizandin em dê çalakiya xwe berdewam bikin.    DI LÊPIRSÎNA ÎDARÎ DE JÎ TU PÊŞTETIN TUNE   Bati, destnişan kir ku 2 sal berê Wezareta Karên Hundir ji bo lêpirsîna îdarî tu gav neavêtiye. Der barê peywirdarên îdarî de tu lêpirsîn hatiye kirin ya na tu agahî û rapor bi me re parve nekiriye. Tu agahi û pêşketin bi mere nehatiye parvekirin."    Çalakî bi Rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.