13 girtiyên li Kiriklarê rakirin nexweşxanê 2019-05-26 17:17:38     ÎZMÎR - Hat diyar kirin ku 13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar rakirin nexweşxanê.    Piştî ku çalakiyên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bûn, girtî ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyan tên kirin.   Li gorî agahiyên parêzeran, 13 girtî Samî Ozturk, Abdullah Oral, Erdal Polat ên ji 26’ê Kanûnê ve û Fettûllah Demîrtaş, Hebat Demîr, Selman Yakût, Îshak Dayan, Ferdi Karabey, Abdulkadir Akdogan, Sercan Gumuş,  Ramazan Kizildag, Tekoşer Talha Turgut û  Aydın Akyuz ên ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklar di greva birçîbûnê de, rakirin nexweşxanê.