Li Amedê 10 girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê 2019-05-26 17:10:45 AMED - Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, 10 girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de rakirin nexweşxanê.   Piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a hat ragihandin, Hevseroka KCD û Parlementera HDP'êya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyan bi daxuyaniyên dan, dawî li çalakiya xwe anîn. Parlementerên HDP'ê Leyla Guven, Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç piştî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin, rakirin nexweşaneyan.    10 GIRTÎ ANÎN NEXWEŞXANÊ   Li aliyê din, 5 girtiyên 27 rojin di rojiya mirinê û 5 girtiyên di greva birçîbûnê de yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî nexweşxaneyên bajêr hatin kirin.    5 girtî Ahmet Topkaya, Ferhat Tûrgay, Abdulhalik Kaplan, Enver Donmez û Ergîn Akhan ên di rojiya mirinê de û 5 girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de, dibin kontrola eskaran de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê anîn nexweşxaneya lêkoşîne. Malbatan girtiyan dema zarokên xwe dîtin dirûşme berz kirin û coşa xwe anîn ziman.   Li gorî agahiyên rêxistinên tenduristiyê, girtiyên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de, dest pê kê dê li Nexweşxana Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl bên dermankirin.     Ger tedawiya li vê derê kêm bimîne, dê girtiyên rewşa wan giran, sewqî nexweşxaneyên cuda bên kirin.