Prof. Dr. Fîncanci: Me masa krîzê ava kir 2019-05-26 14:58:10   STENBOL - Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî, diyar kir ku ji bo tedawîkirina çalakgerên di greva birçîbûnê de wan masa krîzê ava kirine û wiha got: "Di dermankirina çalakgerean de divê berî her tiştî serûmên bi xwê û sodyûmê li wan bixin."   Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzeran ji girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de peyam şand û xwest dawî li çalakiyê bînin, bi hezaran girtiyên di grevê de daxuyanî dan û destnişan kirin ku dawî li çalakiya xwe tînin. Piştî girtiyan dawî li çalakiyê anîn, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û çalakgerên li derve çalakiya xwe berdewam dikin jî dawî li çalakiyê anîn. Têkildarî tenduristî û pêvajoya dermankirinê çalakgeran Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, anî ziman ku wan masa krîzê ava kiriye û ji bo hekîm û bijîşk çi bikin agahadî ji wan re şandine.    ME MASA KRÎZÊ AVA KIR   Fîncanci, anî ziman ku TÎHV, Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) û SES'ê bi awayekî hevpar masa krîzê ava kiriye û wiha got: “Me ligel hevalên xwe yên odeyan, ji bo serhekîm û bijîşkên girtîgehan pêwiste çi bikin, agahî dan.  Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû, ji bo kesên demek dirêj in di grevê de ne û bedena wan zerar dîtiye, divê pêvajoya wan a dermankirinê çawa bê kirin me agahî dan. Ji bo çawa bên dermankirin û xwedîkirin me agahî dan. Me agahî dan hemû yekîneyên xwe. Hevalên me yên berpirsiyarê odeyan vê pêvajoyê bi rêve dibin. Dikarin her kêliyê xwe bigînin van hevalên me. Hevalên me yên hekîm, bi taybetî hevalên me yên li serwîsa lezgîn a 122'an, kengî pêdiviya wan bi şewirmediyê hebe dikarin serî li masa krîzê bidin."    DIVÊ SERÛMÊN BI SODYUM LI WAN BIXIN   Fincanci, anî ziman ku dema mudaxaleyî kesên di grevê de kirin divê serûma dekstroz a bişekir bikar bînin û wiha got: "Di serî de divê 500 miligram û 1 gram Vîtamîna B1  tev li van serûman bikin. Divê serûmên îzotonik  yanî bêtir bi xwê li wan bixin. Divê piştre dest bi mamayê rohn bikin. Disa ji bo her kesên di grevê de rêbaza cuda yên tedawiyê tên kirin. Li gorî kesên ku kîlo winda kirine wê rêbazên cuda yên dermankirinê bikin. Divê hemû dermankirin li gorî nexşeya TTB’ê bên kirin. Divê hemû hempîyenên me di vê mijarê de hesas tev bigerin.Em hevî dikin ku bêyî seqetî çê bibin ev pêvajo bi dawî bibe.  Me têkildarî tedawiyê ligel hekîm, dozger û midûrên girtîgehan civîn kirin. Li hin girtigehan pirsgirêk hene. Bi taybetî me hewl da em xwe bigînin wan girtîgehan. Me ji Wezîrê Darê re nivis şandin. Wekî Yekitiya Tabîbên Tirk di vê mijarê de gelek kes peywirdar kirin ku pêvajoya girtîgehan bişopînin. Hevalên me yên odeyan wê piştevaniya pêwist bide.  Di demên borî de pirsgirêk derkeibûn. Em hevî dikin em vê carê heman pirsgirêkan nejîn."