3 kesên piştgirî dan Gulmen û Ozakça hatin binçavkirin 2017-11-17 14:46:41 ENQERE  - Di saetên doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dihat dîtin de, kedkarên çemaweriyê li Kolana Yukselê çalakî li dar xistin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kirin û 3 kes binçav kirin.  Di saetên doza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dihat dîtin de, çalakiya Kolana Yukselê ya “Emkarê xwe paşve dixwazin” di roja 374’an de berdewam kir. Çalakgerên xwestin piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Gulmen û Semîh ku di roja 254’an de berdewam kir, polîsan destûr nedan li be Birdariya Mafê Mirovan daxuyanî bidin.      Di dema mudaxilekirin de polîsan Nazan Bozkur, Îlker Işık û jina navê wê nehat zanîn bin çav kirin.