Sedat Akin ê di grevê de rakirin nexweşxaneyê 2019-05-26 14:15:17   ÊLIH - Sedat Akin ê 140 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, piştî peyama Rêberê PKK'ê Ocalan, rakirin nexweşxaneyê.    Sedat Akin ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê di 7'ê Çile de ketibûn greva birçîbûnê û piştî di 19'ê Sibatê de hat berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam kir, piştî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 140'a de dawî li çalakiya xwe anî. Ewil dayika Akin  Gulluşah Akin ew piroz  kir  û got: "Ez li hemberî kurê xwe serbilind im." û kurê xwe hembêz kir. Piştî Akin dawî li çalakiye anî, Akin bi ambulansê rakirin nexweşxaneyek taybet a Amedê. Dema ambulans hat û Akin suyar kirin, dirûşmeyên "Bijî berxadana zindanan" berz kirin û Akin şandin Amedê. Bavê Akin Nihat Akin jî, ji bo refeqatiyê ligel krê xwe çû Amedê.