Dayikên girtiyan: Em jî silavên xwe ji Rêberê xwe re dişînin 2019-05-26 14:07:32   AMED – Dayikên girtiyan ên li peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan guhdar kirin, diyar kirin ku peyama Ocalan pir girîng bû û wiha gotin: “Rêberê me peyam ji mere şandiye. Em jî hezar silavên xwe ji wî re dişînin."    Dayikên ku 25 rojin li Parka  Koşuyolu bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecridê di greva birçûbûnê de ne, kom dibin, ji bo li payama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi rêya parêzaran li Stenbolê dan guhdar bikin li avahiya TUAY-DER'ê ya Amedê kom bûn. Dayikên ku li peyama Ocalan guhdar kirin, bê navber dirûşme berz kirin û lîlandin.    Dayikên girtiyan peyam nirxandin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.    Dayika Ferhat Yildiz ê ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di greva birçîbûnê de ye, Hatun Yildiz kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Me agahiyek pir xweş girt. Bi rojan e me li qadan li ber xwe da. Peyama ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo me dayikan got pir girîng û watedar e. Em pir kêfxweş kirin. Me peyama ji bo dayikan girt. Ji bo me pir bi qîmet e. Sekna Rêberê me ya bi Biryar, berxewdana bi biryar a li zindanan, bi hemuyan gav paşve da avêtin. Me gotibû encam wê muhteşem be. Em wekî dayik li pey zaroên xwe û rêberê xwe ne."    ‘EM HEZAR SLAV DIŞÎNIN'    Dayika Yahya Guneş ê li Girtîgeha Giresunê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, Perizade Guneş jî diyar kir ku bi xêra berxwedana zarokên xwe û dayikan bi ser ketin û wiha got: "Rêberê me peyam ji mere şand. Em jî hesar slavên xwe ji wîre dişînin. Em dizanin rêberê me ji bo bijî û bide jiyandin heye. Bi vê peyamê nîşan da ku jiyanê diparêze."    ‘TEQEZ EMÊ BI SER BIKEVIN'    Dayika Mesut Pehlîvan ê li Girtîgeha Tîpa T-2 a Kayseriyê ye, Garip Pehlivan jî anî ziman ku peyam ji bo wan pir girîng e û wiha got: “Ji zarokên me û Rêberê me re hezar silav. Me ji bo wan li ber xwe da. Me ne Rêberê xwe û ne jî zarokên xwe bi tenê hişt. Em wan tenê nahêlin jî. Em bi zarokên xwe serbilimd in. Wan li hundir û me jî li derve li ber xwe. Berxwedana me mezin bû. Me got encam wê muhteşem be. Encam muhteşem e. Têkoşîna me wê aştiyê bîne. Em ji ve yekê bawer dikin. Em bi biryar in. Teqez emê bi ser bikevin."   ‘EM PIR KÊFXEWŞ IN'    Dayika Abdullah Kurt ê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê di grevê de bû Nazife Kurt jî anî ziman ku ew pir kêfxeşin ku berxwedan gihiştiye serkeftinê.