Nasir Yagiz: Em gihiştine armanca xwe Îmam Şîş: Têkoşîna me wê bi rêbazên din bidome 2019-05-26 13:41:00 HEWLER - Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li avahiya HDP'ê ya Hewlerê li diji tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojin di greva birçîbûnê de bû daxuyanî da û diyar kir ku ew bi ser ketine û ji îro û şûnde dawîli çalakiya xwe ya greva birçîbûnê tinin. Îmam Şîş jî li Gallerê daxuyanî da û got: "Wê têkoşîna me bi rê û rêbazên din bidome."  Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li avahiya HDP'ê ya Hewlerê li diji tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 187 rojin di greva birçîbûnê de bû têkildarî çalakiya xwe li avahiya  HDP'ê ya Hewlerê daxuyanî da. Piştî ku Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Stenbolê peyama Ocalan parve kirin û şûnde, ewil li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Deniz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku gihiştine armanca xwe û dawî li çalakiyan tînin. Piştre Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi rêya parlamenterên HDP'ê yên li avahiya HDP'ê ya Amedê di grevê de ne daxuyanî dan û destnîşan kirin ku çalakiya wan bi ser ketiye û ji îro û şûnde dawî li çalakiya xwe tînin. Piştî daxuyaniyên li girtîgehan û Amedê Endamê HDP'ê yê Hewlerê Nasir Yagiz jî daxuyanî da û diyar kir ku ew bi ser ketine û ji îro û şûnde dawîli çalakiya xwe ya greva birçîbûnê tinin.    ŞÎŞ: EM ÇALAKIYA XWE BI DAWÎ DIKIN TÊKOŞÎNA ME WÊ BI RÊBAZÊN DIN BIDOME   Ji Çalakgerên li Ewropa Îmam Şîş ê li Gallerê 161 rojin di grevê de jî bi civîna çapemeniyê daxuyanî da. Şiş diyar kir ku çalakiya wan bi ser ketiye û gihiştiye armanca xwe û li vir çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin. Şîş, anî ziman ku wan darbeyek li faşîzmê xistiye û wiha got: "Lê ev nayê wateya ku têkoşîn bi dawî bûye. Ji niha û şûnde li dijî faşîzmê têkoşîna me wê bi rê û rêbazên cuda têkoşîna me bidome.