'Berxwedanê ev pêş xist’ 2019-05-26 13:34:42   ÊLIH - Sedat Akin ê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê ev 140 rojin di greva birçîbûnê deye, peyama Ocalan şand wiha nirxand: “Berxwedanê ev pêş xist.”    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan, di 22’yê Gulanê de cara dayemîn çûn hevdîtinê. Parêzerên Baroya Hiqûqê ya Asrinê detayên hevdîtin û peyama Ocalan li Stenbolê ji raya giştî re ragihandin. Sedat Akin ê ev 140 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye û piştî hat berdan çalakiya xwe li mala xwe ya Êlihê berdewam dikir, bi malbata xwe re daxuyaniya parêzeran temaş kir.    Akin ê 140 rojin di greva birçîbûnê de ye, nameya Ocalan ji çalakgeran re nivîsandî pir bi baldarî guhdar kir. Piştî xwendina peyama Ocalan odeya Akin tê de bû, bi lêxistina çepik û tilîliyan olan da.    Akin derbarê peyama Ocalan û çalakiya xwe de daxuyaniyek kurt da Ajansa Mezopotamya (MA) û wiha axivî: “Piştî salên dûr û dirêj peyam ji Ocalan girtin, cihê keyfxweşiyê ye. Em wî ji bo xwe weke pêşeng dibînin û weke ‘mirovê zanist’ pênase dikin. Îro dîsan ji bo tevahiya cîhan ê hat nîşandan ku rêya aştî û azadiyê di Îmraliyê re derbas dibe. Çi dibe bila bibe emê têkoşîn û lêgerîna xwe ya azadiyê dewam bikin.”    ‘BERXWEDANÊ EV PÊŞ XIST’   Akin, da zanîn ku berxwedana dayikan hêz dida wan û wiha bilêv kir: “Bi vê berxwedanê re em bi dayik û mirovên zanist re li hev kom bûn. Pêdiviya me hebû ku em ji mirovê zanist peyam bigirin. Berxwedanê ev yek pêş xist.”     'BI RÊXISTÎNÎ MIN DEST PÊ KIR Û EZ Ê BI RÊXISTÎNÎ BI DAWÎ BIKIM’'   Akin, dest nîşan kir ku peyama ji girtîgehê were ji bo wî esas û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de jî min got, bi rêxistinî min dest pê kir û ezê bi rêxistinî bi dawî bikim.”