Onlu: Li dijî navê Dersîmê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin 2019-05-26 10:51:47   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican Onlu, diyar kir ku li aliyekî navê Navçeya Bahşîlî ya Kirikkale, li ser daxwaza gel dikin “Bahşili” û li aliyê din jî tabelaya Şaredariya Dersîmê qedexe dikin. Onlu, da zanîn ku bi vî rengî “hiqûqa dijminantiyê" dimeşînin.    Heyeta dadgehê li ser îtîraza Walî, biryar da ku biryara Meclîsa Şaredariya Dersîmê ya "Dersîmê" rawestîne. Li aliyê din di zagona torbe ku anîn meclîsê de jî Navê navçeya Bahşîlî ya Kirikkale bi hinceta "welati wisa dibêjin" navê wê wekî “Bahşili" guherin. Bi vê yekê helwesta meclîsê ya li hemberî navê bajaran û vinagel jî aşkere bû. Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican Onlu, anî ziman ku navê Bahşîlî yê Kirikkale li ser daxwaza gel wekî Bahşılı tê guhertin, lê li aliyê din tabelaya navê Dersîmê asteng dikin û wiha got: "Ev hiqûqa cot standart e. Ev nîşan dide ku li Tirkiye û Kurdistanê di huqûq hene. Li Kurdistanê bê hiqûqî heye. Li Rojavayê Tirkiye hiqûq çar çar dimeşe, Lê li Kurdistanê hiqûqa dijminantiyê dimeşînin. Li dijî Kurdan, elewiyan û ên din hiqûqa dijminantiyê dimeşînin. Li aliyeki li Kirikkale navê ku gel bilêv dike li navçeyê dikin, li aliyê din Navê Dersîmê ku gelê Dersimê bilêv dikin qedexe dikin. Wekî sûc dibînin. Ev nayê qebûlkirin. Ger ku elewî û ermenî bixwazin bi hevre çanda xwe bijîn wê wê jî qedexe bikin. Gelê Dersîmê yekperestiyê qebûl nakin. Pir rengî, pir çandî û pir zimaniyê diparêzin. Gelê Dersimê dibêjin 'Em dixwazin nasnameya xwe ya dîrokî bijîn."      Têkoşîna gelê Dersîmê ne tenê têkoşîna tabelaya Şaredariya Dersîmê ye. Têkoşîna “Dersim-Tuncelî" ji salên 1938’an heta niha didome. Ji destpêka ku ev hişmendî hatiye avakirin heta niha ziman, çand û nasnameya gelê herêmê înkar dikin. Her tiştê wî guhertine û dixwazin biguherînin. Hişmendiya dewleta yekperet ziman, çand, bawerî û nasnameya gelê Tirkiye, gelê Kurdistan û Mezopotamya guhertiye û diguherîne. Hişmeniya yekperest a dewletê li Ege, Derya Reş, Anatoliya Navîn polîtîkaya bişaftinê meşandiye. Lê herî zêde li Kurdistanê xistiye meriyetê. Redkirina navê Dersîm jî ji van polîtîkayan tenê mînakek e.    Onlu, bilêv kir ku guhertina li erdnîgariya Dersîmê ne tenê bi navê Tuncelî bi sînor e û wiha bi dawî kir: "Komkujiya li Dersîmê bi Koçgirî dest pê kiriye. Bi Koçgirî komkujiyê des pê kiriye. Tuncelî navê Destê ku li Koçgirî tundî û komkujî pêk anî ye. Ji ber vê yekê em bi hêzek mezin li dijî navê Tuncelî disekinin. Qebûlkirina navê Tunçelî, erêkirina komkujiya Koçgirî û Dersîmê ye. Qebûlkirina navê Tuncelî, qebûlkirina înkar û tunekirina ziman, çand, bawerî û nasnameya vê axê ye. Tuncelî navê "Kulma Yê Dipelçiqîne" ye. Dersîm jî navê berxwedanê ye. Dersîm navê deriyê ku hembêza xwe li gelan vedike ye. Ji ber vê yekê gelê Dersîmê di di navê Dersîmê de israr dike.    Dema qeyûm hat ewil tabelaya Dersîm daxist. Ev berdewama polîtîkaya 90 salan e. 90 salin heman polîtîka tê meşandin. "