Travertenên Elbakê bi rengê diçirûsin balê dikişîne 2019-05-26 09:50:14   WAN - Travertenên li gundê Pîltanîs, Sevkan û Sîçanîs ên Elbakê ku xweşikahiya xwezayê ne, bi rengê spî yên diçirûsin balê dikişîne ser xwe.    Li gundên Pîltanîs, Sevkan û Sîçanîs ê Elbaka Wanê, Travertenên bi rengê xwe yên spî ku diçirûsin balê dikişîne ser xwe. Travertenên ku wekî sûlava qeşagirtî û berfa tav lê bixe diteyisin ji 7 salî heta 70 salî her kes diçe temaşe dike. Travertenên ku li bilindahiya 2300-2400 metre ne, ava wan ji bo gelek nexweşiyan derman e. Bi taybetî di demsala bahar û havînê de her kes berê xwe dide vir û hem ji bo seyranê û hem jî ji bo ava şifa tên vir li keyfa xwe dinerin.