Polîs bi TOMA û mertalan rojnamevanan asteng dikin 2019-05-26 09:08:05   AMED - Li Amedê rojnamevanên ku çalakiyên xizmên di greva birçîbûnê de jî wekî xizmên girtiyan bi astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin. Nûnerê TGS'ê Mahmût Oral, diyar kir ku bi şidetê çapemenî tê sansurkirin.    Li Tirkiyeyê her diçe zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêde dibin. Nexasim di demên dawî de li Amedê rojnamevanên çalakiyên xizmên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dişopînin, bi astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin û ji bo rojnamevan dîmen û wêneyan negirin polîs TOMA û wesayîtên zirxî dixin navbera rojnanevan û çalakgeran.    Nûnerê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mamhmût Oral, zext û zoriyên li ser rojnamevanan nirxand.    Oral, diyar kir ku di demên dawî de giliyên di warê şopandina çalakiyên xizmên girtiyan ji wan re tên û ew wek sendîka di vî warî de tev digerin. Oral, bilêv kir ku hêzên dewletê wek xwe tev digerin û sedema astengkirina çalakiyên xizmên girtiyan ew e ku peyama tê dayîn negihê civakê û got: "Çalakiyên xizmên girtiyan ne sûc e. Eger ne sûc be nexwe çima tê astengkirin? Navê vê yekê bi awayekî aşkere sansur e. Ev yek zêde tesîrê li rojnamevanan dike."   Oral, anî ziman ku divê rojnamevan neyêna stengkirin û bang li rayedaran kir ku divê dev ji van pêkanînan berdin. Oral, got: "Divê xebatên rojnamevanan neyêna stengkirin. Li gor qanûnên Komara Tirkiyeyê sansur sûc e. Li gorî rêgezên pîşeyî yên çapemeniyê, divê hikûmet û îdare li ser çapemeniyê teserufê nekin. Hikmê Qanûna Bingehîn e; 'Çapemenî azad e û divê neyê sansurkirin.' Yanî tu hêz nikare çapemeniyê sansur bike. A li vira tê kirin şidet û cebîr e û ev jî sansur e."    Oral, destnîşan kir ku îktîdar bi girtina saziyên çapemeniyê, bi tayînkirina qeyûman û bi hiqûqa ku weke ço bi kar tîne dixwaze çapemeniyê kontrol bike û bi girtinan û mekanîzmayên din dixwaze çapemeniya muxalif bê erk bihêle û têxe bin kontrola xwe.    96 JI SEDÎ ÇAPEMENÎ DI BIN KONTROLA ÎKTÎDARÊ DE YE    Oral, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê nêzî 96.5 ji sedî çapemenî di bin kontrola îktîdarê de ye û got: "hema bêje îktîdar bi telefonekê tevahiya çapemeniyê kontrol dike. Kîjan manşetê bixwaze ew manşet tê dayîn û bixwaze weşanê radiwestîne. Ev ççî ye? Ev tê wateya; bêyî destûra min tu nikarî biaxivî."   Oral, ji bo dîmena heyî bang li rojnamevanên li qadê kir û got: "Bila hay ji xwe hebin. Di demên dawî de rîskên li qadê zêde dibin. Car heye dest datînin ser materyalên hevalên me." Oral, herî dawî got: "Bivê nevêya demokrasiyê, çapemeniya azad e. Eger çapemeniya azad tune be em nikarin behsa demokrasiyê bikin."    ‘EM TMN ASTENGKIRIN'    Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Firat Topal jî, diyar kir ku ji ber ew çalakiyên xizmên girtiyan dişopînin gelek caran ji aliyê polîsan ve tên astengkirin û polîsa nahêlin ew dîmen û wêneyan bigirin.    Topal, diyar kir ku polîs ji bo vê astengkirinê dibêjin "ferman e" û dikevin navbera wan û xizmên girtiyan û nahêlin ji nêz ve dîmen û wêneyan bigirin. Topal, got: "Di warê qanûnî de tu qanûneke ku bi vî awayî bixwaze çapemenî bê sînordarkirin tune ye. Lê êdî hatiye wê astê ku hew maye bêjin hûn ê bi vî awayî nûçeyan çêbikin. Me ev nêzîkatiyên em bi wan re rû bi rû dimînin, di nûçeyên xwe de jî bilêv kirin. Lê belê li ber van zext û zoriyan bêdengiyek jî heye."