Baroya Amedê: Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence û êrîşa zayendî heye 2017-11-17 14:29:51 AMED - Baroya Amedê der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Xarpêtê de raporek amade kir û da zanîn ku li dijî jinên girtî şideta zayendî pêk tê, zarok tên derbkirin. Hat aşkerakirin ku kesayetekî trans bi îstismara zayendî ya gardiyanan re rû bi rû maye.  Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, rapora ku der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Dîlok û Xarpêtê de parve kir. Daxuyaniya ku li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroyê de hat dayîn, endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê û parêzer tev li bûn. Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan parêzer Oyku Çakmak rapor xwend. Çakmak aşkera kir ku wan bi awayekî peryodîk binpêkrinên mafan ên li girtîgehan şopandiye û rapor amade kiriye, her çendî dem bi dem di binpêkirina mafan de guhertin pêk hatibin jî hêj dewam dikin û wiha got: "Ev binpêkirin, ji ber ku mewzuatên qanûnî kêm in pêk tên, beşeke zêde jî bi awayekî keyfî pêk tên. Bi taybetî girtî û hikumxwarên ji ber sûcdariya li dijî dewletê tên darizandin, zêdetir bi van pêkanînan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî piştî OHAL'ê sewq û sirgûn zêde bûn, hem girtî û hikumxwar û hem jî malbat mexdûr bûn."   ‘PÊKANÎNÊN KEYFÎ'   Çakmak aşkera kir ku wan wekî Baroya Amedê serdana girtîgehan kiriye, di hevdîtinan de zextên cilên yek reng, odeya sunger, li ser xwe gerandina nasnameyê, îşkence û muameleya xirab tespît kirine û ev hemû wekî pêkanînên keyfî pênase kir.   Çakmak, binpêkirinên mafan ên di dema serlêdanê de tespît kirine wiha rêz kir:    “* Li Girtîgeha Kampusa Xarpêtê de tundî, zextên derûnî û fîzîkî, şideta zayendî, muameleya xirab û îşkence,   * Mafê tedawiyê û tenduristiyê tê asgengkirin,   * Qadên hevpar ên odeyan de bi kamerayê tên şopandin,   * Bi rêk û pêk ava germ nadin hundur,   * Cezayên dîsîplînê yên di mewzuatê de bi keyfî hatine diyarkirin, hêj giranttir kirine,   * Di dema neqilkirinê, birina nexweşxaneyê û anînê de lêgerîna tazî tê ferzkirin,   * Dema dibin nexweşxaneyê muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin,   * Cezayên ragihandin û hevdîtinê gelekî zêde ne,   * Îdiayên wekî pirtûk, kovar û rojname tên qedexekirin derdikevin pêş."   ÊRÎŞ, ÎŞKENCE Û TACÎZ   Çakmak destnîşan kir ku li Girtîgeha Xarpêtê gelek kes serî li wan didin û wiha got: "Jinên ku xwestin der barê zexta gerandina nasnameyê, şidet û îşkenceya li dijî hukumxwaran de bi dozger re hevdîtinê bikin, li hewşê disekini, di vê navberê de tên derbkirin û bi pêkanînên di sasta 'şideta zayendî' re rû bi rû dimînin. Di êrîşê de hikumxwara bi navê Îlke Başak Baydar bi dijwarî tê derbkirin û agahiyên ku xwîn vedireşe der barê wê de tên. Bi heman rêbazê bi xortoma avê ya agirkujiyê ava şid li wan hatiye kirin, di vê êrîşê de Hasert Sungun krîza astimê derbas kiriye, gardiyan destê hikumxwar/girtiya bi navê Rojda Goçmen dixin ber mazgala derî. Der barê van hemû pêkanînan de serî li Serdozgerê Komarê yê Xarpêtê didin, lê heman rojê dozgerî biryara neşopandinê dide."   'ZAROK HATIN DERBKIRIN'   Çakmak anî ziman ku di hevdîtinên li Girtîgeha Xarpêtê de, girtî û hikumxwar, di dîrokên cuda de rastî êrîşê hatine, hin jinên girtî û hikumxwar avêtine odeya sunger, di şertên gelek xirab de îşkence li wan hatiye kirin, ji ber vê 8 roj in jinan greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger daye destpêkirin. Çakmak aşkera kir ku name û pirtûkên bi zimanê kurdî tên destaserkirin, girtî û hikumxwar digirin odeyên yek kesî û wiha got: "Gurbuz Topçu (nikare aliyê laşê xwe yê çepê bixebitîne) di hucreya yek kesî de tê girtin, Leşker Acar (nexweşê giran ê dil e), Yaşar Kirmizi (Nexweşê KOAH'ê), Kaçak Demîrcî (kesekî kal e û nexweşiyên wekî prostat, kerbûnê heye) û nexweşên giran ên wekî Sedat Alçîçek hene." Çakmak piştrast kir ku zarokên girtî û hikumxwar ên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tên girtin, bi girti edlî re tên girtin, di bin zexta derûnî de ne û îşkence li wan tê kirin.   'ÊRÎŞÊ KESAYETÊ TRANS KIRIN’    Çakmak diyar kir ku kesayetê trans Murat Polat (Mîray) li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê girtin û ev tişt got: "Tê îdiakirin ku di 20'ê Cotmehê de bi îstismara zayendî ya gardiyanan re rû bi rû maye. Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê di 23.10.2017'an de li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê pêre hevdîtinek pêk anîn. Di hevdîtinê de aşkera kir ku gelek caran hatiye tacîzkirin, lê xistine û bi îstismara zayendî ya bi cop re rû bi rû maye. Her çendî xwestiye di vê der barê de biçe nexweşxaneyê jî, serlêdana Polat hatiye redkirin."   Çakmak li ser navê Baroya Amedê bang li dewletê kir ku van pêkanînên derveyê mirovahiyê bi dawî bike.