ROJEVA 26'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-26 09:00:00   * Havva Zor, hevjînê xwe yê bi awayekî sîstematîk tahde li wê û zarokên wê dikir kuştibû. Ji ber vê bi îdiaya "kuştina bi qesdî" der barê Zorê de bi daxwaza cezayê muebeta giran doz hat vekirin. Parêzer Mehtap Sert, got: "Ji ber dewletê neparast niha Havvayê tê darizandin."    * Vê carê jî jinan îşkenceya li Xelfetiyê vegot. Rûken Denîz got: "Polîsan got 'Tesîrê lê nake, em 200 voltî bidinê.' Saetekê ceryan dan." Rabîa Alakûş jî got: "Bijîşkan nexwest qîrîna me bibihîsin, rapor nedan."    * Serokê Giştî yê Weqg-fa Aştiyê Hakan Tahmaz, diyar kir ku Abdullah Ocalan bi peyama xwe şanseke din daye ber Tirkiyeyê û got: "Her kes di ser rageşiyê de pirsgirêkê çareser dike. Lê belê Ocalan hîn jî dibêje wê pirsgirêka kurd li ser maseyê çareser bibe. Tevî ev qas tişt jî Ocalan îşaret bi maseyê dike, ev tiştekî pir biqîmet e."    * Li Amedê rojnamevanên ku çalakiyên xizmên di greva birçîbûnê de jî wekî xizmên girtiyan bi astengiyên polîsan re rû bi rû dimînin. Nûnerê TGS'ê Mahmût Oral, diyar kir ku bi şidetê çapemenî tê sansurkirin.    * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin, navê Parka Ûgûr Kaymaz hatibû guheradin. Lê piştî hilbijartina 31'ê Adarê Meclîsa Şaredariyê ya nû dîsa navê Ûgûr Kaymaz li Parkê kir. Vê carê Wezareta Karên Navxweyî der barê endamên meclîsa şaredariyê de lêpirsîn da destpêkirin û wekî hincet jî diyar kir ku Kaymaz "di pevçûnê de hatiye kuştin."    * Velî Encu ku di Komkujiya Roboksiyê de birayê wî û gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Dayika wî Halîme Encu, got: "Velî mabû, wî jî girtin. Êdî ez jî nizanim ez ê li ber kîjanî bikevim."    * Muhammed Bhabha ku di muzakereyên bi Rejîma Apartheîdê re Sermuzakerevanê Kongreya Netewî ya Afrîkayê bû, diyar kir ku car heye çareserkirina pevçûnan pir hêsan e û got: "Bi ya min divê ev xwe bispêre du kirdeyan. Yek jê; afirandina rêberekî xurt; a dudoyan jî rola civaka sivîl e."    * Malbat û dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne wê çalakiyên xwe li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol, Gebze, Riha, Dîlok û gelek navendên din berdewam bike. (12.00-19.00)