Binçavkirina 20 kesên li Dêrto polîsan îşkence li wan kir, dirêj kirin 2019-05-25 18:31:51 RIHA – Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê diyar kir ku dozeriya Rihayê binçavkirina 20 kesên li Gundê Dêrto yê Navçeya Xalfetî rastkî îşkenceya polîs û tîmên taybet hatibûn, dirêj kiriye. 20 kesên rastî îşkencyea polîsan hatin xwestin wan sewqî ATK'ê bikin, lê ev daxwaza wan redkirin.  Li Gundê Dêrto yê Navçeya Xalfetiya Rihayê piştî di 18'ê Gulanê de şer rûdabû, polis û tîmên taybet bi ser Gundê Dêrto ya Xalfetî û Gundê Qoserê yê Hewagê de giribûn û 51 kes binçav kiribûn. Welatî hem li mal û qereqola cendirmeyan û hem jî li şaxa TEM'ê rastî îşkenceyê hatibûn. Ji kesên ku hatribûn biçavkirin 3 jê zarok bi giştî 19 kes piştî ku derketin dadgehê, hatin berdan. Lê duh li taxa Qosar a navçeya Hewagê ya Rihayê 4 kesên din hatin binçavkirin. Vegotinên parêzer û kesên hatin perdan û rapor û îfadeyên kesên binçavkirî yên dan meqamên edlî, îşkenceya di bin çavan de hatiye kirin îspat kirin.    Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê têkildarî kesên hatin binçavkirin û işkenceya li wan hatiye kirin daxuyaniyek nivîskî weşand. Baroyê di daxuyaniyê de anî ziman ku li gorî îfadeyên 9 kesên sewqî dadgeha Sulh Ceza ya Rihayê hatine kirin, ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin bikin rapor xwestine wan sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK)  bikin û li şûna TEM'ê wan sewqî cihekî din bikin, lê heyetê ev daxwaza kesên hatine binçavkirin red kiriye.    BINÇAVKIRINA 20 KESAN DIRÊJ KIRIN   Baroyê da zanîn ku piştî lêpirsînê 3 jê zarok bi giştî 22 kes hatine berdan û 1 kes jî ji ber parvekirinên medya civakî hatiye girtin. Baroyê anî ziman ku dozgerê lêpirsînê der barê 20 kesên di bin çavan de dirêj kiriye sewqî Dadgeha Sulh Ceza kiriye. Baroyê destnişan kir ku li gorî îfadeyên 9 kesên ku li dageha Sulh Ceza îfade dane, rastî îşkenceyê hatine. Dîsa daxwazên kesên hatine binçavkirin û rastî îşkenceyê hatine ya sewqa ATK'ê û li dervê TEM'ê cihekî din hatiye redkirin û got: "Em wekî Navneda Mafên mirovan a Baroya  Rihayê dê şopdarê vê mijarê bin."    Kesên hêj di bin çavan de nin û binçakirina wan hatiye dirêjkirin wina ne: Celal Yildirim, Feyzullah Gul, Emîn Zencîrkiran, Fahrettin Alakuş, Celal Ercan, Ahmet Korkmaz, Mustafa Kahraman, Ugur Yildirim, Mustafa Yildirim, Cindî Zencirkıran, Fatma Alakuş, Zekî Alakuş, Gazaley Alakuş, Tacettin Gul, Abdullah Yildirim, Halil Zencirkıran, Guler Alakuş, Mehmet Alakuş, Mehmet Korkmaz.