Nivîskar Faîk Bûlût serbest berdan 2019-05-25 17:49:03   STENBOL - Polîsan Nivîskar Faîk Bûlût ê îro binçavkirin û birin Qereqola Fîruzkoy a li Avcilarê, piştî îfadeya wî girtin serbest berdan.    Polîsan îro Pisporê Rojhilata Navîn û Nivîskar Faîk Bûlût li Stenbolê binçav kirin. Polîsan ku Bûlût birin Qereqola Fîruzkoy a Avcilarê pişti îfadeya wî girtin serbest berdan. Hat zanin ku Serdozgerê Komarê yê Amedê bi hinceta Bulut tev li civinek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûye der barê wî de biryara lêpirsînê daye destpêkirin. Bulut, piştî li Qereqola Firuzkoyê îfade da hat berdan.