Dayikên Wanî li dijî tecrîdê rûniştin 2019-05-25 17:04:00   WAN - Malbat û dayikên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçibûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe li Wanê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişîn ser daxwaza zarokên xwe çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakî li Kolana Egemenlikê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Endamên TUAYDER'ê, DBP, Rêvebir û endamên HDP'ê beşdarî çalakiyê bûn.  Polîsan diyar kirin ku bi biryara walîtiyê çalakî hatine qedexekirin. Li ser vê yekê Dayika Aştiyê Hanife Kaçak anî ziman ku ew tevî îradeya 7 hezar girtiyên di grevê de ne li berxwe didin û hewl didin ku ev yek di raya giştî ya cîhanê de deng vede û bêdengiya hikumetê rexne kir û wiha got:"Armancek me heye û em ji bo vê yekê li berxwe didin."   Çalakiya dayikan bi çepikan bi dawî bû.