Xwestin girtiyê nexweş Yildirim berdin 2019-05-25 15:16:31   ZMÎR - Xizmên girtiyan û parazvanen mafên mirovan li Îzmirê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Abdurrahman Yildirim û xwestin Yildirim serbest bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîre û xizmên girtiyan bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya "Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 483’an de çalakiya xwe li pêş Avahiya Serokwezîriyê ya Navçeya Konakê berdewam kirin. Di çalakiyê de xizmên girtiyan, parazvanên mafên mirovan û Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Besriye Akgur, Rêveberên Ege-THAY-DER'ê, Dayikên Aştiyê, û nûnerên gelek rêxistinên demokratîk beşdar bûn. Komê li vir pankarta “Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin" vekirin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Abdurrahman Yildirim ê 25 salin girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa T-3 a Şakranê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Zafer Încîn, diyar kir ku ku wekî parazvana mafên mirovan wê bibin dengê van girtiyên nexweş û wiha got: "Em ê bibin dengê wan û rewşa wan bişopînin. Niha li Girtîgehan 458 jê giran 1334 girtiyên nexweş hene.  Li gori daneyên ÎHD'ê li tevahiya Tirkiye 458 girtiyên nexweşiya wan giran hene. Dîsa bi giştî 1334 girtiyên nexweş hene. Rewşa van girtiyan roj bi roj xerab dibe. Divê an bên berdan û an jî di nava şert û mercên gunçav de bên dermankirin. Li gel ku Yildirim raporên nexweşiyê girtine jî ATK van raporan qebûl nake."    Încîn, xwest ku mafekî din neyê binpêkirin bi lez Abdurrahman Yildirim ê dewşa wî giran serbest berdin.