Li Çewlikê 23 herêm hatin qedexekirin 2019-05-25 12:16:15   ÇEWLIK - Li Çewlikê 23 herêm ên girêdayî navçe û navenda Çewlikê weke "herêma ewlehiya teybet a demkî" hatin îlankirin.    Bi biryara Serokkomariyê ya hejmara 1087'an, 23 herêm ên girêdayî 6 navçe û navenda Çewlikê weke "herêma ewlehiya teybet a demkî" hatin îlankirin. Biryarê îro dest pê kir û dê heta 31'ê kanûnê bidome. Walîtiya Çewlikê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo dabînkirina ewlehî û asayîşa herêmên navborî biryar hatiya girtin.