Elektrîk dan organên wan ên zayendî 2019-05-25 11:16:48 RIHA - Du birayên hev Ahmet û Muslum Yildirim ên li Xelfetî ya Riha hatin binçavkirin û bi rojan rastî îşkenceyê hatin, tiştên jiyan vegotin. Birayên hev Yildirim, diyar kirin ku hîna li malê îşkenceyê destpê kir, heya ewlekariyê dewam kir û dibin çavan de elektrîk dan organên wan ên zayendî.  Li Taxa Dêrto ya navçeya Xelfetî ya Riha, di 18'ê Gulanê de şer derketibû û piştî şer 47 kes li navçeyên Xelfetî û Hewagê hatibûn binçavkirin. Ji 47 kesan 19 jê heya niha hatin berdan û kesên din hîna dibin çavan de tên girtin. Îşkenceya li kesên dibin binçav de hat kirin û mexdûriyetên jiyan, yek bi yek derkevin holê. Du birayên hev Ahmet û Muslum Yildirim ên li Taxa Qoser a navçeya Hewagê hatin binçavkirin, piştî hatin berdan îşkence û mûamelaya xerat a li wan hat kirin vegotin.    Du birayên hev Yildirim ên duh hatin berdan, dinava kesên li baxçeya Qereqola Cendirmeyan a Yaylak de devdevkî bi erdê re hatibû dirêjkirin û destê wan paşve hatibûn kelepçekirin de bûn. Birayên hev Yildirim, îşkence û mûameleya xerat a li malê destpê kir û heya Qereqola Cendirme û Şaxa TEM’ê dewam kir, ji Ajansa Mezopotamya (Ma) re vegotin.   BINÇAV KIRIN   Ahmet Yildirim ê serê wî şikiyaye û şopên lêdanê li ser canê wî heyîn, ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, gelek bêhal û bêtaqete.  Yildirim, çawaniya binçavkirina xwe wiha vegot: “Ez li malê rûniştibûm, min ferq kir ku li hewşê tîmên hêzên taybet hene, di paçêre min li wan mêze kir. Di wê kêliyê de yekê dinava wan dijûn kir û got ‘perdeyê bigire, li me mêze neke.’ Dûre li deriyê malê xistin. Çawan kum in derî vekir, li min xistin. Polîsên ku ji min nasnameya min xwestin, dûre çûn mala birayê min Emîn Yildirim. Li wê derê biraziyê min Ugur Yildirim paşve kelepçe kirin û dûre dest bi lêdana wî kirin.”   DEST PÊ KÊ BIRIN QEREQOLÊ Û DÛRE BIRIN MIDURIYETA POLÎSAN   Du birayên hev Yildirim piştî tên binçavklirin, dest pê kê wan dibin Qereqola Cendirmeyan a Yaylak û dûre bi kesên binçavkirî re dibin Şaxa TEM’ê ya Rihayê.    ‘ELETRÎK DAN ORGANÊN WAN ÊN ZAYENDÎ’   Yildirim, tiştên li vê derê jiyan wiha bi van gotinan vegot: “Li TEM’ê elektrîk dan me. Dema ez ji nezaretxanê derxistim, kîsik reş xistin serê min. Dûre dest bi lêdana min kirin. Min tiştek ne didît. Ne diyar bû ku çend kes li min dixwin. Ez şif û tazî kirim. Dîsan li min xistin û bi erdê re dirêj kirim. Dest û lingê min girê dan. Ez ser piştê dirêj kirim û elektrîk dan organên min ên zayendî. Serê min şikandin. Şopa birînê ya li serê min hîna xuya dike. Di heman demê li gel min Omer Gul hebe. Îşkenceyek pir zê de li wî jî kirin.”   BIJÎŞKAN MUDAXILE NEKIRIN!   Yildirim, da zanîn ku ji bo kontrola tenduristiyê dema ew birin nexweşxanê, ligel ji halê wan diyar bû ku îşkence li wan hatiye kirin jî, bijîşkan mudaxileya wan nekir û wiha bilêv kir: “Dev û difina me dinava xwînê de bû, lê ligel vê jî bijîşkan mudaxileyê me nekirin.”   AGAHIYA ME JI TIŞTEKÊ TUNE BÛ!   Bira Muslum Yildirim ê  6 kêlî li guhê wî yê rastê dan, linge wî yê rast şîn û reş bûyî jî, bit irsek mezin tiştên dibin çavan de jiyan vegot. Yildirim, îşkenceya li wî hat kirin wiha vegot: “Hîna li malê îşkence û mûameleya xerab dest pê kir. Ez li ber çavên zarokên min derp kirim. Devdevkî ez bi erdê re dirêj kirim. Em wisan rawestanadin. Li Qereqola Yaylak polîsên hêzên taybet pêl serê me kirin, pehîn li me dan, dijûnên giran û heqaret li me kirin. Em hemû derxistin derve. Em devdekî avêtin erdê. Dûre îşkence li me kirin. Bi qontaxa çekê em derp kirin. Li me xistin. Piştre jî em birin Şaxa TEM’ê. Em 6-7 rojan li TEM’ê man. Li vê derê jî mûameya xerab û îşkence li me kirin.”    Yildirim, diyar kir ku ew nizane ji ber çi hatin binçavkirin û wiha  got: “Li ewlekariya polîsan tim ji me re digotin ‘Hûn bûn sedem ku hevalekê me bimire.’ Em tim rastî vê sûcdariyê dihatin. Lê agahiya me ji tiştekê tune bû. Ligel vê yekê jî em bi rojan rastî îşkenceyê hatin.”