Perwerdeya Millî li Mêrdînê qûrsên şaredariyê asteng dike 2019-05-25 10:07:13 MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, daxuyand ku Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî ya Bajêr piştî qeyûm, hemû bernameyên perwerdê yên di bin banê şeredariyê de tên lidarxistin rewestandine û tu bersiv ji bo serlêdanên wan nayin dayin.    Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, daxuyand ku Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî ya Bajêr bernameyên perwerdê yên di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Navenda Ciwanan ên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Ciwan a Şaredariyê de, asteng dike. Turk di daxuyaniya nivîskî ya weşand de, ragihand ku Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî ya Bajêr piştî tayînkirina qeyûm, tu bersiv nedaya serlêdanên hatine kirin.    PIŞTÎ QEYÛM RAWESTANDIN   Turk, diyar kir ku yek ji hêmanên herî girîng ên civakê pêş dixwe perwerdeye û wiha got: “Perwerdeya Mîllî û saziyên mîna me xwedî wê erkêne ku derfetan ji bo perwerdeya ciwan û zarokan ava bikin. Qûrsên perwerdê yên di bûnya şaredariya me de tên dayîn, ji bo nivşên nû xizmetê dike. Lê piştî ku şaredarî bi vîna gel hat hilbijartin, Midûriyeta Perwerdê ya Mîllî hemû qadên me yên perwerdê rawestandin.”    DIVÊ GAVA PÊŞÎN PERWERDE KIRINA CIWANAN BE   Turk di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hewldana astengkirina me, mixabin astengiyên pêşiya pêşketina ciwan û gelê me ye. Em hevî dikin ku di vî warî de gav bên avêtin û carek din derfetên perwerdê bên avakirin. Bi heviya pêşerojek ronîdar ez hemû kesan silav dikim.”