18 sal in li 'heqîqetê' digerin: Me ew di wijdanê xwe de nekuştiye 2019-05-25 09:12:04 ŞIRNEX - Yakûp Taniş ku 18 sal berê birayê wî Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş di binçavan de hat windakirin, destnîşan kir ku lêgerîna wan lêgerîna ji bo heqîqetê ye û got: "Me di wijdan û mêjiyê xwe de ew nekuştiye."  Xizmên windayan Hefteya Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Windakirina Di Binçavan De careke din bihêviyî pêşwazî dikin. Yek ji evan malbatan jî malbata Taniş e. Ji malbata Taniş Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş, di 25'ê Çileya 2001'î de Feramndariya Cendirmeyan a Navçeyê ji bo îfadeyekê gazî wî kir û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Taniş tevî Rêveberê HADEP'a navçeyê Ebûbekîr Denîz çûn qereqolê, lê belê hîn jî tu agahî ji wan nehatiye girtin.    Birayê Taniş Serdar Taniş diyar kir ku dema birayê wî hat windakirin hin rayedarên leşkerî gef li malbata wan xwariye û gelek delîlên berpêş kirine jî hatine windakirin. Taniş, bilêv kir ku ji ber vê bûyerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyeyê mehkûm kiriye û got: "DMME'yê xwest doz bidome. Lê belê ser dozê girtin. Xwestin em doza xwe ji bîr bikin. Dixwazin dozê bidin windakirin. Di dozê de du kes wek berpirsiyar tên nîşandan, lê belê dewlet jî berpirsiyar e. Di ser bûyerê re sed sal jî derbas bibe, divê dewlet berpirsiyaran bibîne û ceza bike."    'ME DI WIJDAN Û MÊJIYÊ XWE DE NEKUŞTIYE'    Taniş, anî ziman ku 18 sal in ji bo ronîkirina bûyerê têdikoşin û got: "Tim digotin 'li filan derî cenazeyeke heye.' Di hefteyekê de 20 cenaze dihatin dîtin. Ev yek bixwe jî wehşeta wê demê nîşan dida. Em li yekî digeriyan lê em li cenazeyê kesekî din rast dihatin. Lê me tu carî dev jê berneda. Heta em nebînin ku jiyana xwe ji dest dest daye, em ê tim bi hêvî bin. Hîn jî em lê digerin. Me di wijdan û mêjiyê xwe de ew nekuştiye."    LÊGERÎNA JI BO HEQÎQETÊ    Taniş got: "Têkoşîna me didome. Ev lêgerîn lêgerîna ji bo heqîqetê ye. Berpirsiyariya evan windayan a tevahiya civakê ye. Refleksa civakê kêm dimîne. Bêdengî civakê dirizîne. Divê li edalet û heqîqetê bigerin. Divê em hîn bêtir xwedî li windayên xwe derkevin."