Li Dêrsimê çalakiya li dijî tecrîdê di roja 19'an de berdewam kir 2019-05-24 19:49:24   DERSÎM/MÊRSÎN - Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di roja 19'enîn de çalakiya rûniştinê berdewam kirin û bal kişandin ser daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de. Girtiyê Girtîgeha Tîpa F a Wanê Engîn Balta jî anî ziman ku heta tecrîd bişkê wê çalakiya xwe berdewam bikin.    Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê di roja 19'an de çalakiya li dijî tecrîdê berdewam kirin. Girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Ergîn Balta jî diyar kir ku heta tecrid bi dawî bibe wê çalakiya xwe berdewam bike.    DERSÎM    Rêxistina HDP'ê ya Dersimê bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan 19 rojin li Qada Seyit Riza çalakiya xwe berdewam dikin. Endam û rêveberên HDP'ê li Qada Seyit Rıza kom bûn û çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Çalakgeran Laçik Spî avêtin dora stuyên xwe û serê xwe û pankarta “Ne birçîbûn dikuje, Bêdengî dukuje. Deng bidin jiyanê" vekir. Hevserokê HDP'e yê Dersîmê Hıdır Çiçek, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê berdewam dike û wiha got: "Çav û guhê me li benda agahiyekê ye. Em hevi dikin ku agahiyek xweş bê."    MERSÎN     Girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Engin Balta jî çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Balta bi rêya malbatê peyam şand. Dayika Balta Şafinaz Balta, diyar kir ku mehek berê çûbû hevdîtina kurê xwe û wiha got: "Piştî salek şûnde min mehek berê kure xwe dît. Pir zeîf bûbû. Min ji kurê xwe re got dest ji vê çalakiyê berde. Wî jî got ne pêkan e. Heta tecrîd bi dawî nebe ez dest ji grevê bernadim. Ev tecrîd we bişkê. Em van zextan qebul nakin. Ji ber vê yekê kengî Ocalan got dest ji vê çalakiyê berdin emê wê demê berdin."