Li pêş Nûnertiya NY’ê tecrîd protesto kirin 2019-05-24 19:33:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Komek Kurdistanî bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreya Swîsreyê çalakî li dar xist.    Komek Kurdistanî û dostên Kurdan, ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe destpê kir û bi hezaran girtî berdewam dikin û bixwazin tecrîd bi dawi bibe; li bajarê Cenevre yê Swîsreyê daxuyanî dan çapemeniyê. Çalakiya li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên di grevê de hildan û pankartên "Berxwedana jinan serketinê tîne’ û ‘Aktivîstên Kurd ji bo şikandina tecrîdê di greva bêdawî û bêdorveger de ne" hildan û diruşmeyên xwedîderketina li berxwedêrên di grevan û rojiya mirinê de berz kirin. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî û şûnde bi dawî bû.