Dayikên li pêş Gebze di nobetê de: Roja tecrîd bi dawî bibe emê roja dayikan îlan bikin 2019-05-24 19:12:48   KOCAELÎ- Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza girtiyan ji 9'ê Nîsanê ve li pêş Girtîgeha Gebze çalakiyan li dar dixin. Dayikên ku îro li avahiya HDP'ê kom bûn gotin. “Me dayikan bi hevre biryar dan. Ger ku tecrîd bi dawî bibe û çalakger dest ji grevê berdin em ê wê rojê Roja Dayikan îlan bikin."    Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva biçîbûnê û rojiya mirinê dene, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe ji 9'ê Nîsanê ve her roj li pêş Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeye nobetê digirin. Dayikên ku 46 rojin tevî hemû astengî û mudaxaleya polîsan kom dibin îro li avahiya HDP'ê ya Gebzeyê kom bûn û daxwazên xwe dubare kirin. Dayikan piştî li avahiya HDP'ê nobet girtin, rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) ya Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li çalakiyê bûn. Gelek welatî jî hatin dayik ziyaret kirin û piştgiriya xwe dan dayikan. Dayika çalakgera greva birçîbûnê Hatice Calihan a ji 1'ê Adarê ve di grevê deye, Zeynep Calihan, diyar kir ku ew hêj bi fikar e û wiha got: "Em hevî dikin ku gavên erênî bên avêtin. Heta bi encam bibe emê li vir nobeta xwe berdewam bikin. Kengî tecrîd bi dawî bû û çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû emê dawî li nobeta xwe bînin û vegerin malên xwe. Pir Şikir ji Xwedê re heta niha tiştekî em bitirsin nebû.     EMÊ ROJA DAYIKAN ÎLAN BIKIN   Dayika Ozlem Soyler a 160 rojin li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di grevê de ye Hatice Soyler jî wiha got: "Me dayikan bi hevre biryar dan. Ger ku tecrîd bi dawî bibe û çalakger dest ji grevê berdin em ê wê rojê Roja Dayikan îlan bikin. Înşallah carek din pêdivî bi van çalakiyan nebe. Me berê jî gotibû her tişt li Îmraliyê diqede.    Dayikên ku li avahiya HDP'ê heta êvarî nobeta xwe berdewam bikin wê sibê dîsa li cihê mane bidomînin.