Dadgehê Encu yê li Roboskî xizmên wî hatin kuştin, şandin girtîgehê 2019-05-24 18:44:50   ŞIRNEX - Eskeran li Gundê Roboskî bi ser mala Velî Encu de girtin û Encu binçav kirin. Li gel Encu Hevşaredarê Dêrgulê yê berê Mehmet Demir jî di navde 4 kes hatibûn binçavkirin. Ji 5 kesên hatin binçavkirin Encu û Demîr jî di navde 4 kes hatin girtin.    Eskeran li Gundê Roboskê bi ser mala Velî Encu de girtin û Encu li malê binçav kirin. Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên TSK'ê li Roboskê bombe barandibûn û 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskê yên bazirganî dikirin kuştibûn. Di komkujiyê de ji birayê Velî Encu Serhat Encu û gelek xizmên Velî Encu hatibun kuştin. Eskeran piştî Velî Encu binçav kirin birin qereqola gund. Li gel Encu, Hevşaredarê Dêrgulê yê berê Mehmet Demir, Xebatkarên HDP'ê Mazlum Guzel û Salih Kerçin û Şehmus Kerçin jî hatibûn binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin ew birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê piştî lêpirsînê ew sewqî dadgehê kirin. 5 kesan piştî îfade dan dozgeriyê bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" sewqî Dadgeriya Sulh Ceza ya Cizîrê kirin. Heyeta dadgehê Salih Kerçin serbest berda û Encu jî di navde 4 kes girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.