Parêzeran peyama Ocalan gihand Leyla Guven 2019-05-24 18:31:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî serdana parêzeran a li Îmraliyê, peyama Ocalan gihandin Leyla Guvenê. Guvenê der barê grevên birçîbûnê de got: "Em ê jî di demeke nêz de dîtina xwe bi raya giştî re parve bikin."    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî hevdîtina 22'yê Gulanê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, çûn serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ku 198 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzerên buroyê Faik Ozgur Erol, Mazlum Dînç û Newroz Uysal peyama Ocalan gihandin Guvenê.  Leyla Guven, serdana hat kirin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.  Guvenê got: "Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê hatin serdana min û peyama Birêz Ocalan gihandin min. Niha hewl didin peyamê bigihînin çalakgerên din. Em ê jî di demeke nêz de dîtina xwe bi raya giştî re parve bikin."