Li gundên Pasûrê qedexeya derketina derve 2017-11-17 12:58:33 AMED - Walîtiya Amedê li 4 gundên girêdayî Pasûrê "qedexeya derketina derve" ragihand.  Walitiya Amedê "qedexeya derketina derve " li 4 gund û gundikên girêdayî navçeya Pasûra Amedê ragihand. Qedexeya derve ya bi hinceta operasyonên leşkerî heye îro saet di 05.00'an de dest pê kir.    QEDEXEYA LI FARQÎNÊ DIDOME   Walîtiya Amedê duh jî serê sibê li 12 gund û gundikên girêdayî navçeya Farqîna Amedê "qedexeya derketina derve" ragihandibû. Qedexeya derketina derve ya 12 gund û gundikan didome.