Parêzerên Ocalan: Piştî em bi çalakgeran re parve bikin em ê daxuyanî bidin 2019-05-24 17:34:13   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê hevdîtina 22'yê Gulanê de daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku piştî bi çalakgeran re parve bikin û şûnde wê di nêz de raya giştî agahdar bikin.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ragihandin ku ew ê der barê hevdîtina 22'yê Gulanê de di nêz de raya giştî agahdar bikin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got: "Me di 22'yê Gulanê de bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek çêkir. Niha em dîtinên muwekîlê xwe yên der barê grevên birçîbûnê de ku xwest em bi çalakgeran re parve bikin bi çalakgeran re nîqaş dikin. Piştî nîqaşan em ê di demeke pir nêz de bi raya giştî re parve bikin.”