Malbatan li gel gefên polîsan dîsa çalakî li dar xistin 2019-05-24 16:22:20 MÊRSÎN - Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li gel gef û astengiya polisan dîsa çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê li Parqa Zarokê Azad çalakiya rûniştinê pêk anîn. Parlementerê HDP'ê yê Mersînê Ridvan Tûran, rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên bajar û endamên platforma Jinan a Mersînê jî piştgirî dan dayikan. Di çalakiyê de malbatan pankartê li ser nivîsa "Em bi dayikan re tên gel hev û magê jiyanê diparzin" nivîsandî vekirin.    Li gel ku polisan got ku dê derbarê wan de bi angaşta "endamên rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" lêpirsîn veke jî dayik jê ya xwe nehatin xwarê û çalakiya xwe domandin. Dayikan ji polisan re ev ti,şt got: "Em ji bo ku zarokên me nemirin li vir in. Hûn jê kesên piştgiriya me dikin re dibêjin, 'ji vir biqetin' Lê em diz, şerxwaz û tecewizkaran li cem xwe naxwazin."    Malbatan piştî ku çalakiya xwe bi dawî kir, derbarî rêxistina HDP'ê ya bajar bûn.