Parêzera Nevîn Yildirim: Em carek din bi edaleta mêr re rû bi rû man 2019-05-24 10:04:45 ENQERE – 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind cezayê muebetê yê li Nevin Yildirim birîbû erê kir. Parêzera Nevîn, Fatoş Hacivelioglu bertek nîşanî erêkirina ceza da û wiha got: “Em carek din bi edaleta mêr re rû bi rû man. Em ê serî li AYM’ê bidin.    1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaçê ya cezayê muebetê li Nevin Yildirim birîbû erê kir. Nevîn Yildirim, bi sedema Nurettin Gider tecawizî wê kiribû ew kuştibû û hatibû girtin. Dadgehê jî cezayê muebetê li Nevin Yildirim birûbû. Parêzera Yildirim Fatoş Hacıvelioglu û Nagihan Bulduk biryar nirxandin.    Prz. Hacivelioglu, diyar kir ku Yildirim, zilamê ku bi zorê tecawizî wê kiribû, zarokên wê bi kuştinê tehdît kir û xwest bi zorê wan bibe Stenbolê kuştiye û wiha got: “Dadgeha herêmê  li ser şahidiya şahidên ku agahiyên gote got û tev nakokî ne biryar daye. Di lehê Nevîn de yek delîl kom nekirine. Şahid nehat guhdar kirin. Li gel ku welatiyên gund hawar û qerîna Nevîn bihîstin jî wekî gote got vegotin. Wekî ku fêrî hemû gundiyan kiribe heman îfade dan. Gotina Nevîn a ’Ji ber ez rastî tecawizê hatim min ew kuşt' li ber çavan negirt." Hem îfadeya Yildirim li ber çavan negirtin û hem jî der barê tecavuzê de lêkolîn nekirin. “Me xwest tecawiz bê lêkolînkirin û dosyaya wê bişinin saziya tipa edlî red kirin. Me xwest pispor bên guhdarkirin red kirin. Li gel ku ducaniya wê şahidê wê yê tecawizê bû jî wekî 'Têkiliya dildarî' pênase kirin."     GEFA BI ÇEK DELÎL NEHESIBANDIN   Hacivelioglu, da zanîn ku zilam bi çekê li mala Yildirim gef li wê û zarokên wê xwar, lê ev yek jî wekî delîl qebûl nekirin û wiha bi lêv kir: "Gur ku tenê gefên bi çek ên Nurettin Gider li ber çavan bigirtaya jî ev têra xwe delîl in. lê ev yek li ber çavan negirt û cezayê wê kêm nekirin. Ger ku zilam Nevîn kuştibûya wê 'Halê baş" li ber çavan bigirtana û cezayê wî kêm kiribûna. Lê bi vê yekê qatilên mêr tên parastin. Ev biryar dijminantiya jinê u piştevaniya mêr e. Jinên ku jiyana xwe diparêzin, li hemberî wan edaleta mêr heye. Yên dibêjin "na" û ji bo neyên kuştin dikujin rastî ceza tên. Dixwazin bi van cezayan jinan bê parastin bihêlin.    ‘EM Ê SERÎ LI AYM’Ê BIDIN'   Hacıvelioglu, anî ziman ku ewê dengê Yildirim ku nayê bihîstin bidin bihîstin û wiha got: "Em dest ji pêvajoya hiqûqî bernadin. Em Nevîn bi tenê nahêlin. Em ê li jiyana wê xwedî derkevin. Kujerên mêr bi hesanî bi zagonan hatin parastin. Biryara Dadgeha Bilind a erêkirina biryara dadgeha herêmî carek din nîşanî me da ku edalet mêr e. Em ê serî li AYM'ê bidin û heta dawi mafê Nevin Yildirim biparêzin û Nevîn bi tenê nehêlin.    ‘GER JIN BÊJE TECAWIZ E TECAWIZ E'    Parêzera Yildirim Nagihan Bulduk jî anî ziman ku ew li bendê bûn ku dadgeh bi sedema "Tahrîka neheq û halê baş" ceza kêm bike û wha got: "Li welatê ku hiqûqa rastî pêk hatibûya dê ji bo mafê paratinê hiqûq pêk hatibûya. Mê mixabin me dît ku ev hiqûqa mafê parastinê li ber çavan nehatiye girtin. Biryarê em matmayî hiştin. Em dibînin ku hekîmek li salona danişînê ji kujer re dibêje "hûn bi xêr hatine". Di rewşek wisa de mirov nikare ji darazê bi hêvî be.  Di bûyerên tecawizê de ya esas daxuyaniya jinê ye. Ger ku jin bêje tecawiz tecawiz e. Gundî ji ê bûyerê re çi bêjin bila bêjin tecawiz nayê guhertin. Gur ku jin bêje tecawiz e tecawiz e. Di biryara Yildirim de em carek din rastî edaleta mêr hatin. Em bi edaleta mêr re rû bi rû man.    MA / Berivan Altan