'Em ê nemirin, bi ser kevin û tecrîdê bişikînin' 2019-05-24 16:06:07 DÎLOK - Çalakgerê greva birçîbûnê Necmetîn Ayhan ku li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê girtiye, li bavê xwe geriya û jê re ev tişt got: "Ne tirsin, em ê nemirin, bi ser kevin. Em ê tecrîdê bişikînin."  Çalakgerê greva birçîbûnê Necmetîn Ayhan ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê di çalakiya greva birçîbûnê de ye, hefteya borî bi malbata xwe re hevdîtina bi telefonê pêk anî. Bavê Ayhan Yahya Ayhan têkildarî hevdîtina kurê xwe axivî û diyar kir ku kurê wî jê re gotiye ne tirsin, ew ê nemirin, bi ser kevin û dê tecrîdê bişikînin û wiha got: "Daxwaz dikim ku herkesê xwedî wijdan ji bo rakirina tecrîdê bikeve nav helwdanan. Heta pirsgirêka kurd a Tirkiyeyê çareser nebe dê pirsgirêkên din çareser nebin. Heta ku tercrîd ranebe dê pirsgirêk jî çareser nabe."    'BI RABÛNA TECRÎDÊ WELAT PARÇE NABE'   Ayhan da zanîn ku li pişta daxwaza kurê xwe ye û ev tişt anî ziman: "Kezeba me dişewite, em pir xemgîn dibin. Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Rakirina tecrîdê ne tiştekî zor e. Tecrîda li ser Ocalşan rabe welat parçe nabe. Em jî dixwazin weke mirovan bijîn. Ocalan hikmuxarî ye û mafên hikumxariyan hene. Divê ev maf ji aliyê wî ve jî bên bikaranîn. Gelo dewlet bi tecrîdkirina wî çi bi dest dixe."    'KURDAN QEZENC KIRIBÛ DÊ DÎSA QEZENC BIKIN'   Ayhan destnîşan kir ku hemû çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê weke zarokên xwe dibîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Dewlet bi salan e tund û zorê li gel dike. Kurd bi zext û zorê paşde gav navêjin. Çi bibe bila dê gelê kurd bi ser keve. Kurd ne xerîbê greva birçîbûnê û rojiya mirinê ne. Berê jî çend ceribandinên wiha çêbûne û kurd bi ser ketine. Tenê vê pêvajoyê li ber ên din hinek dirêştir bû û hê jî didome. Dawiya dawî dê dewlet hemû daxwazin çalakgeran qebûl bike. Em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin."