Dayikên Laçik Spî li Wan û Stenbolê xwestin tecrîd bi dawî bibe 2019-05-24 15:23:53 STENBOL/WAN - Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên girtiyan, li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê daxuyanî dan û li Wanê jî çalakiyên rûniştinê li dar xistin. Li Wanê polîsan dayik asteng kirin. Dayikan jî bi dirûşmeyan bertek nîşanî polîsan dan.  Dayikên Laçik Spî û xizmên girtiyan, bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe yên li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Stenbol û Wanê çalakî li dar xistin.    Dayikên Laçik Spî yên her roj li pêş Girtîgeha tipa L a Bakirkoyê kom dibûn û nobet digirtin, li avahiyên HDP'ê berdewam kirin. Nobet di roja 25’emîn de li avahiya HDP'ê ya Bahçelievlerê berdewam kir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek xizmên girtiyan jî tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê malbatan Nesibe Başaran, diyar kir ku zarokên wan Serhildan Başaran û Îdris Başaran girtî ne û wiha got: "Me li pêş Girtîgeha tîpa L a Bakirkoyê 24 rojan nobet girtin. Em rastî gelek tundî û zextan hatin. Parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Em bê sebr li benda vê daxuyaniyê ne. Heta ku daxuyanî neyê dayîn û zarokên me dawî li çalakiyan nînin em jî dest ji çalakiyên xwe bernadin.    WAN    Li Wanê jî bi heman armancê dayik li Parka li ser Kolana Milli Egemenlik kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan dayik asteng kirin û destûr nedan daxuyanî bidin. Dayikan jî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bertek nîşanî polîsan dan û dawî li çalakiya xwe anîn.